Qebîleya El Cibûr banga rakirina dorpêçê ji ser Mexmûrê kir

Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr a li Sûriyeyê Fewaz El Zûbei diyar kir ku eşîrên Ereban ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê didin berxwedana xelkê Mexmûrê û bang li hikumeta Iraqê kir ku dorpêça li ser Kampa Mexmûrê bi dawî bike.

Qebîleya El Cibûr banga rakirina dorpêçê ji ser Mexmûrê kir
23 gulan, 2023   11:41
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr a li Sûriyeyê Fewaz El Zûbei El Mulhim destnîşan kir ku hewldanên dorpêçêkirina Mexmûrê, pêkanîna fermanên dewleta Tirk a dagirker e û anî ziman ku ew wan hewldanan re dikin.

El Zûbei got: “Hikumeta Iraqê siyaseta dewleta Tirk a dagirker û siyaseta PDK`ê ya li hember Mexmûrê dimeşîne. Divê hikumeta Iraqê li şûna dorpêçkirina wan, piştgiriyê bide xelkê Mexmûrê. Di kampê de sivîl hene, divê dorpêç bê rakirin û nakokî bi diyalogê werin çareserkirin.”

El Zûbei destnîşan kir ku eşîrên Ereban ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê didin berxwedan û xweragirtina şêniyên Mexmûrê ya li hember hewldanên artêşa Iraqê û got: “Em ê dev ji xelkê xwe yê Mexmûrê bernedin.”

(c)

ANHA