Bang li gelê Başûr hat kirin: Piştgiriya xelkê Mexmûrê bikin

Meclisa navçeya Amûdê bang li hikumeta Iraqê kir ku dû nede siyasetên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir ku her êrişek li dijî Kampa Mexmûrê, qanûnên parastina penaberan binpê dike. Meclisê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku piştgiriya xelkê Mexmûrê bike.

Bang li gelê Başûr hat kirin: Piştgiriya xelkê Mexmûrê bikin
21 gulan, 2023   14:52
 QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina hewldanên artêşa Iraqê ku Kampa Mexmûrê dorpêç bike û dora wê têl bike, Meclisa Navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo daxuyaniyek da.

Endama meclisê, Hena Xalid daxuyanî bi beşdariya endamên meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dijminê gelê Kurd di dîrokê de, kuştin û koçberkirina kurdan û binpêkirina mafên wan didomîne. Vê siyasetê li Kurdistanê dimeşîne. Bi hezaran welatiyên Bakurê Kurdistanê koçber kirin ku di Kampa Mexmûrê de bi cih bûn. Tevî erdnîgariya herêmê ya dijwar û şert û mercên herêmê ji bo jiyanê ne guncew bûn, lê gelê Bakurê Kurdistanê, ji mirinê jiyan afirand.

Ji dema ku li kampê bi cih bûne, lê siyasetên li dijî wan berdewam kirin. Ruxmî ku kamp di bin çavdêriya NY`yê de ye , lê ji çend rojan ve, artêşa Iraqê bi çekên giran kampê dorpêç dike. Ev siyaset ji me re hebûna tovikên komployên din nîşan dide.

Niştecihên kampê, di bin çavdêriya NY`yê de ne. Dorpêça li dijî wan jî li dijî rêgezên parastina mafên penaberan e. Ji ber wê divê hikumeta Iraqê bi siyasetên hikumeta Tirkiyeyê neyê xapandin.

Di vê pêvajoya zehmet û hesas de gelê me yê li Kampa Mexmûrê tê dorpêçkirin, siyasetên dijber li dijî gelê me yê Şengalê tên meşandin, deriyê Sêmlka tê girtin, ev siyaset bi hev ve girêdayî ne.

Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku piştgiriya xwişk û birayên xwe yên li Mexmûrê bikin. Her wiha em bang li hikumeta Iraqê û NY`yê dikin ku mafên penaberan biparêzin.”

(dm/şx)

ANHA