​​​​​​​Nûnerên Rêveberiya Xweser bi Partiya Çepgir a Swêdê re civiyan

Di civîna nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Partiya Çepgir a Swêdê de hate gotin ku divê civata navneteweyî piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser.

​​​​​​​Nûnerên Rêveberiya Xweser bi Partiya Çepgir a Swêdê re civiyan
11 gulan, 2023   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Skandînavyayê Şiyar Elî duh (10‘ê Gulanê) li avahiya parlamentoya Swêdê ya li paytext Stockholmê bi Partiya Çepgir a Swêdê re civiyan.

Nûnerên Rêveberiya Xweser bi berdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Çepgir a Swêdê Hokan Sveneling, endama Komîteya Têkiliyên Derve ya parlamentoyê Lotta Johnson Fornarv û berpirsa têkiliyên navneteweyî ya partiyê Ekbun Alp re civiyan.

Li gorî malperê, her du aliyan aloziya Sûriyeyê, hewldanên normalîzekirina têkiliyên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de û vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî nîqaş kirin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew piştevaniyê didin rola Ereban a ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê û got bêyî beşdarbûna hemû aliyên sûriyeyî çareseriya siyasî pêk nayê.

Nûnerên Rêveberiya Xweser beyannameya çareseriyê ji aliyên Swêdê re şîrove kir. Hate diyarkirin ku aliyên swêdî piştgiriyê didin çareseriya siyasî ya li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî.

Di hevdîtinê de behsa sûcên qetilkirin, revandin, girtin û tecawizan, wêrankirin û talankirina deverên dîrokî, guhertina demografiyê û êrişên rojane yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan û şervanên QSD‘ê hate kirin. Her wiha îşaret bi astengiyên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser, xetereya çeteyên DAIŞ‘ê yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbatên wan ên li kampên Hol û Roj hate kirin.

Her du aliyan diyar kir ku divê civata navneteweyî erkên xwe bi cih bîne, piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser û darizandineke adilane ji bo DAIŞ‘iyan pêk were.

(bb)