Komeleyên jinan ên Mexribê banga guhertina pergala qanûnê ya Mexribê kir

Komeleyên jinan ên Mexribê hemleyek ragihand û banga sazkirina qanûnan kir ku wekheviyê di navbera her du zeyandan de misoger dike û hin qanûnên ku li hember jinan neheq in betal bibin.

Komeleyên jinan ên Mexribê banga guhertina pergala qanûnê ya Mexribê kir
7 gulan, 2023   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgeyên çapemeniyê komeleyên jinan ên bajarê Dar El Beyda yê rojavayê Mexribê, bi dirûşma “Dem hatiye qanûn bê guhertin” hemleyek dest pê kir ji bo ku dehf bide sazkirina qanûnan ku wekheviyê di navbera her du zayendan de misoger dike û hin qanûnên li hemberî jinan neheq in betal bibin.

Wezîra berê ya Wezareta Hevgirtin, Jin, Malbat û Geşpêdana Civakî Nezha El Saqlî ku hemleyê bi rêve dibe di civîneke çapemeniyê de axivî û got zêdetirî 2 sal in li ser vê hemleyê kar dikin ku bi gelek perspektîfan encamdar bû.

Di hemleyê de banga edaletê, wekheviyê û parastina jinan ji bikaranînê tê kirin.

Li gorî çavdêrên hemleyê, daxwazên jinan li gorî felsefeyekê hatin diyarkirin ku li gorî destûra Mexribê û lihevkirinên navneteweyî ye yên ku Rabatê pejirandine.

Li gorî dezgehên çapemeniyê çalakivana hevbendiya “Jinên derqanûnî”, Nercis Binizo diyar kir ku qanûna cezayan a Mexribê di dema Fransayê de hatine sazkirin û heta niha nehatine guhertin û di ber çavan re nehatine derbaskirin û hîna heta îro pêk tên.

Nercis eşkere kir ku hevbendiyê, lêkolînek derxist ku ji 120 rûpelan pêk tê û tê de şaştiyên di pergala qanûnê de bi bîr xistine mînak, qanûnên xwedîkirina zarokan piştî berdanê, mîras, zewicdandina zarokan û kurtajê.

(şx)