Misir: Lihevkirina siyasî ya Sûriyeyê wê destwerdanên derve sînordar bike

Misirê,  li gorî biryara 2254′an a Konseya Ewlehiyê, careke din piştgirî da hewldanên çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyeyê.

Misir: Lihevkirina siyasî ya Sûriyeyê wê destwerdanên derve sînordar bike
2 nîsan, 2023   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad gihaşt paytexta Misirê Qahîreyê û bi wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re civiya.

Piştî taloqkirina endamtiya Sûriye di Komkara Erebî de ev cara yekemîn e Mîqdad serdana Qahîreyê dike.

Berdevk û gerînendeyê Rêveberiya Dîplomatîk a Giştî ya Wezareta Derve Ehmed Ebû Zêd daxuyand ku piştî civîna girtî, gelek danûstandinên berfireh di navbera şandeyên Sûriye û Misirê de li dar ketine û tê de têkiliyên dualî, rêbazên pêşxistin û xurtkirina wê li gorî berjewendiyên her du gelan û gelek dosyayên herêmî û navneteweyî gotûbêj kirine.

Ebû Zêd diyar kir ku di dan û standinan de, rêbazên pêşkêşkirina alîkariyê ji gelê Sûriyeyê re hatin nîqaşkirin, ji bo ku yekitî û serdestiya Sûriyeyê bi giştî vegerîne, her wiha hewldanên çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê, beşek ji dan û standinan bûn.

Samih Şukrî careke din, li gorî biryara 2254′an a Konseya Ewlehiyê, piştgiriya Misirê ji bo pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyeyê nû kir.

Li gorî daxuyaniya berdevkê Wezareta Karên Derve ya Misirê Samih Şukrî di hevdîtinê de diyar kiriye ku dê çareseriya siyasî, rê li pêşiya destwerdanên derve di kar û barên Sûriyeyê de bigire, ewlehiya Sûriyeyê vegerîne û yekitiya wê biparêze.

(şx)