​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bi pêşandana şanoyan berdewam e

Di roja 6`an a Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol de şanoyek têkildarî destana Mem û Zînê û şanoyeke din ji Rojhilatê Kurdistanê bi zaravayê soranî hate pêşandan.

​​​​​​​Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bi pêşandana şanoyan berdewam e
1 nîsan, 2023   15:09
QAMIŞLO

Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol berdewam e ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê pêşandan.

Di roja 6`an a mîhrîcanê de, şanoyeke komînal bi navnîşan “Bibore Mem û Zîn” ji aliyê koma “Afrînerên hêviyê” ya kantona Şehba hate pêşandan. Nivîskar Ehmed Îsmaîl lîstik nivîsiye û Muhyedîn Arselan derhêneriya wê kiriye.

/ar/uploads/files/2023/04/01/145552_img_9593.webp

Her wiha Koma Kaya ya bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê listîka “Xewnê reş” pêşanda ku Kawa Mihemedzade derhêneriya wê kiriye. Şano ji aliyê 2 hunermendan bi zaravayê soranî hate pêşandan.

Çaverêye ku mîhrîcan berdewam bike û rojê 2 listîk werin pêşandan, semînerên têkildarî şanoyê werin dayîn û di dawiya rojê de koma xwedî listîka herî baş bê xelatkirin.

(şx)

ANHA