Bîlançoya êrişên artêşa Tirk ên li ser binesaziyê

Ji 19 Mijdarê ve artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî Bakur û Sûriyê dike. Di van êrişan de saziyên mirovî, tenduristî, xizmetguzariyê, perwerdeyê û cihên petrolê kirin hedef, ku ev yek sûcekî dermirovî ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Bîlançoya êrişên artêşa Tirk ên li ser binesaziyê
24 mijdar, 2022   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19’ê Mijdarê ve êrişên hewayî û topbarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û di van êrişan de herî zêde binesaziya herêmê dike armanc.

DÊRIK

* Balafirên şer ên dagirkeriya Tirk di şeva 19’ê Mijdarê de stasyona Kiratşok a çaremîn a li gundê Teqil Beqil bombebaran kir, di encamê de stasyon ji xizmetê derket.

Ev stasyona kehrebeyê ji cihê gazê yê li Siwêdiyê digire, di heman demê de kehrebeyê dide xetên petrolê û gelek gundan.

* Dagikeriya Tirk duh (23`yê Mijdarê) cihê gazê yê li gundê Siwêdiyê yê gundewarê Dêrikê hedef girt. Di êrişê de ji 3 turbînan 2 turbînên gazê ji ximzetê derketin, her wiha ji 6 turbînên petrolê 5 ji xizmetê derketin. Ji ber wê yekê kehrebe li navendên navçeyên Koçerat, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û bi sedan gundên girêdayî van bajar û navçeyan qut bû.

Du turbînên gaz û petrolê yê mayî jî zirar dîtin, her wiha hêza wan a hilberînê sînordar e û kehrebeyê didin saziyên li herêma Dêrikê.

* Artêşa Tirk a dagirker çarşemê (23`yê Mijdarê) stasyona avê ya li gundê Şerik ê herêma Koçerata ya girêdayî Dêrikê topbaran kir. Di encamê de zirar gihîştin stasyonê.

TIRBESPIYÊ

Artêşa Tirk a dagirker Sêşemê (22`yê Mijdarê) cihê petrolê yê Gir Daholê, Lêlan û zeviyê petrolê yê El Ode yên li navçeya Tirbespiyê bi dijwarî bombebaran kirin.

Duh jî (23`yê Mijdarê) carek din stasyona Seîde ya komkirina petrolê, stasyona Zerabe, stasyona Kêl Hesenak, stasyona Al Qews, stasyona Maşûq, zeviyê El Oda, cihê petorlê yê li deriyê rojava yê ketina navçeyê, stasyona kehrebeyê ya Tirbespiyê bombebaran kirin, ew navendên navborî hemû ji xizmetê derketin.

QAMIŞLO

Duh (23`yê Mijdarê) artêşa Tirk a dagirker saziya Newroz a li bakur rojhilatê bajarê Qamişlo û derdora Nexweşxaneya Jiyan-Covid-19 yê li bakurê bajêr bombebaran kir û zirarên madî li her du cihan çêbûn.

DIRBÊSIYÊ

Artêşa Tirk a dagirker şeva 19’ê Mijdarê depoyên li Dehir El Ereb ê gundewarê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bombebaran kirin, di encamê de ji xizmetê derketin.

Navenda ragihandinê ya Desteya Aboriyêl Ii ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku di dema ku êriş li ser depoyan pêk hatiye de, li wan depoyan nêzî hezar ton garis hebû.

Depoyên ku hatine bombebarankirin têra 8 hezar ton ji dexl û dan û madeyên din dikir û girêdayî Desteya Aborî ya herêma Cizîrê bû.

KOBANÊ

* Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirekr di şeva 19`ê Mijdarê de Nexweşxaneya Korona ya li bajarê Kobanê bombebaran kir û bi temamî rûxand.

* Roja Sêşemê (22`yê Mijdarê) dagirkeriya Tirk bi tankan dibistana yekane û sereke ya gundê Koran ku 20 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Kobanê ye topbaran kir. Bi dehan xwendekar ji perwerdeyê bêpar man.

* Dagirkeriya Tirk Sêşemê dîsa navenda tenduristiyê ya li gundê Qeremox ê 18 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Kobanê ye, topbaran kir. Wê navendê xizmetên tenduristiyê pêşkêşî nêzî 10 gundan dikir. 

* Artêşa Tirk a dagirker di heman rojê de burcê peywendiyan ê li gundê Cêşan ê rojhilatê bajarê Kobanê hedef girt, burc bi temamî hat rûxandin û ji xizmetê derket.

SÛCÊN DIJBERÎ QANÛNÊN MIROVÎ Û NAVNETEWEYÎ

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî saziyên mirovî, navendên tenduristiyê, cihên xizmetguzariyê û perwerdeyê û cihên petrolê dike hedef, bi wê yekê dixwaze jêderên jiyanê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike û zirarê bigihîne ekolojiya herêmê.

Hedefgirtina van deveran wekî sûcên dermirovî tên hesibandin, her wiha sûcên dijberî qanûnên navneteweyî ne û di aliyê navneteweyî de tên şermezarkirin.

(cx)

ANHA