​​​​​​​`Tirkiye sûcên şer pêk tîne û bêdengiya navneteweyî tê wateya razîbûnê`

Lêkoler û pirsporên ereb ku tev li paneleke online li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn bûne, destnîşan kirin ku dewleta Tirk teqîna çêkirî ya li Stenbolê bi kar anî da ku êrişên xwîndar ku digihêje asta sûcên şer li dijî herêmê pêk bîne. Her wiha diyar kirin ku bêdengiya navneteweyî, wek erêkirina nepanî ya kuştina sivîlan û wêrankirina binesaziyê ye. Lêkoleran bang li gelên herêmê kir ku bibin yek û piştgiriya doza Kurd bikin.

​​​​​​​`Tirkiye sûcên şer pêk tîne û bêdengiya navneteweyî tê wateya razîbûnê`
21 mijdar, 2022   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Akademiya Siyaset û Fikrê Demokratîk û Rêxistina Gepêşdan û Pêşxistin, panelek online bi navnîşan “Bakurên Sûriyê û Iraqê di bin guleyên destwerdana Tirkiyê de” li dar xist.

Di panelê de, gelek lêkoler û nivîskarên erebî hebû û tê de mijarên weke; Têkiliyên teqîna Stenbolê bi êrişên li ser bakurê Sûriyê çi ye?, Tirkiyê ji vê topbaranê çi armanc dike?, Encamên vê destwerdanê çi ne? Rewşa terorê li gel destwerdana Tirkiyê? Ji bo rawestandina van êrişan çi ji gel û civata navneteweyî tê xwestin?, gotubêj kirin.

BIKARANÎNA TEQÎNA STENBOLÊ

Di panelê de serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas axivî û got: “Teqîna dawîn li Stenbolê ji destpêkê ve min got ew kilîta ku dê hikumeta Tirkiyê bi kar bîne da ku raya giştî ya xwecih bikşîne aliyê xwe û ji hêzên mezin re êrişên xwe rewa bike ku helwestên wan ên redker li hember hedefgirtina herêmên me hene. Lê her kes di nav de hêzên xwecih ên tirkî, ji vê teqînê bi şik û guman bûn. Gelekan îstîxbarata Tirkiyê pê tawanbar kir.

BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ NÎŞANEYA RAZÎBÛNÊ YE

Cigîrê serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Stratejîk a Ereb Dr. Muxtar Qibaşî ji Misirê tev I panelê bû û behsa helwestên hêzên navneteweyî kir û got: “DYA`yê li dijî êrişan nesekinî, lê ez difikirim ku wê ev êriş erê kir. Nafikirin ku wê êrişeke tirkî di vê wextê de hebe. Tirkiye, tenê êrişên hewayî pêk tîne. Em ji bîr nekin ku lihevkirineke tirkî-îranî heye, ji ber ku Îran jî hinek êrişan pêk tîne. Rast e Rûsya û Îran û heta Amerîka li hember destwerdana Tirkiyê hinekî nerazî ne mîna ku dibêjin; em bi êrişên bejahî ne razî ne, lê ez derbeyên hewayî qebûl dikim. Lê ev helwest pirsnîşanên mezin çêdike. Divê civata navneteweyî, rê nede Erdogan û Îranê ku mudaxeleyî herêmê bikin.”

DERXISTINA PIRSGIRÊKAN LI DERVE RE Û PÊKANÎNA SÛCÊN ŞER

Rojnamevanê ji Misirê Ehmed El Emîd got: “Tişta Tirkiyê kiriye, sûcek ji sûcên şer ên ku di salên borî de pêk anîne. Em ji teqînê dest pê bikim, gelo kî sûd jê digire? Divê em lêkolîn bikin gelo berjewendiya PKK û QSD`ê ji vê teqînê heye lê na? Ger berjewendiyeke rastîn a wan heye, gelo nedikarîn bi dehan teqînan di salên borî de pêk bînin? Ev bûyer ne li gorî fikr û îdeolojiya PKK û QSD`ê ye.”

Ehmed El Emîd wiha domand: “Divê dezgehên çapemeniyên yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê, lêpirsînê der barê van sûcên dewleta Tirk a dagirker de çêke. Dîmenên trajedîk ên topbaranê bidin pêş. Divê hemû partî, li Ewropa xebatên xwe yên siyasî bikin û wêneyên ku dezgehên çapemeniyê dide, ragihînin raya giştî.”

der barê armancên dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan de El Emîd got: Erdogan dixwaze pirsgirêkên xwe derxe derve. Gelek pirsgirêk li cem hene, mîna bihabûn, paşdeçûna azadî û demokrasiyê û gelek aloziyên din. Her tim dibêje PKK`ê fişaran dike û kiryarên terorîst pêk tîne. Gef ji aliyê QSD`ê ve jî heye. Hewl dide ku kûrahiya 30 kîlometreyan zêde bike da ku gelê Tirkiyê pê mijul bike û bala wan ji ser dîktetoriya xwe bikişîne. Ev fêlebeziya wî ye da ku xwe wek parêzvanê yekane yê Tirkiyê nîşan bide û li ser Tirkiyê gelek gef hene.”

ERDOGAN TEVLIHEVIYÊ BI KAR TÎNE DA KU TIMAYÊN XWE PÊK BÎNE

Profesorê lêkolînên îranî û Asyayê yê Zanîngeha Tanta ya Misirê Dr.Midhet Hemade wiha axivî: “Erdogan tevliheviya li Sûriyê û Iraqê bi kar tîne da ku timayên xwe yên herêmî pêk bîne. Îran jî tevliheviya li Iraq, Îran û Sûriyê bi kar tîne da ku timayên xwe pêk bîne. Ev bikaranîna bi zanabûn, ji aliyê tirk û îraniyan ve qu qat bû bi rêbazekê ku fikaran zêde dike. Divê Kurd li Sûriyê, Tirkiyê, Iraq û Îranê bibin yek û lihev bikin. Ger lihev kirin, dê hebûn û mafên xwe ferz bikin û dê nehêlin kesek êrişî wan bike.”

Balyozê Misirê yê li Iraqê Şerîf Şahîn jî got: “Ev êriş ne nû ne, lê belê siyaseta Tirkiyê ya daîm rave dike ku hewl dide kurdan zaîf bike. Li gel pozbilindiya Tirkiyê li herêma Rojhilata Navîn, divê rayeke erebî ya giştî hebe ku piştgiriya pêkhateya kurdan dike û wê hemêz dike, nasname û rola wê bêtir xuya dike. Ez hêvî dikim ku Yekitiya Erebî rolek ji vê mezintir bilîze û têkoşîna gelê Kurd û zulam li ser serê wî tê kirin, eşkere bike.”

Şahîn di dawiyê de got: “Divê fişareke navneteweyî û civakî ya mezin li ser hikumeta Tirkiyê û dewletên Ewropayê û heta yên ereb hebe da ku roleke çalaktir bilîzin û mafê pêkhateya Kurd di serxwebûnê, rêgirtina nasname, dîrok û çanda wî de xuya bikin. Divê li Ewropayê bi giştî kurd rabin ser piyan û li hember seferatxaneyên Tirkiyê çalakiyan li dijî siyasetên Tirkiyê li dar bixin.”

ANHA