Dayikên aştiyê têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî daxwaza destpêkirina lêpirsînekê kir

Dayikên aştiyê yên Til Temirê, daxwaz kirin ku şandeyeke fermî serdana j Herêmên Parastinê yên Medyayê bike û ji bo bikaranîna çekên kîmyawî, lêpirsînê çêke.

Dayikên aştiyê têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî daxwaza destpêkirina lêpirsînekê kir
24 cotmeh, 2022   14:15
HESEKÊ

Dayikên aştiyê yên navçeya Til Temirê îro bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî HPG’ê li çiyayên Kurdistanê, şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Zêrîn Hecî ve, li pêşiya goristana şehîdan a navçeyê û bi beşdariya bi dehan jin û dayikên aştiyê, hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Di vê dawiyê de em êrişên dewleta Tirk a faşîst li dijî çiyayên Kurdistanê, her wiha berxwedana bêhempa ya gerîla li hember çekên kîmyewî û qedexekirî jî dibînin, ev êriş bi armanca vemirandina agirê şoreşê û qirkirina Kurdan bi hemû rêbazên hovane û dermirovî ne.

Gerîlayên azadiyê destanên lehengiyê li wir dinivîsin. Dîrok navê 17 meşalayên şoreşê nivîsîn ku rêya azadiyê bi berxwedana xwe ronî kir. Bila cîhan hemû wateya berxwedan û azadiya rastîn li Kurdistanê nas bike û fêm bike ku kurdistanî dê li ser rêya azadiyê û aştiyê bin ku gerîla bi berxwedan û têkoşîna xwe ji me re vekir.

Bila dengê me bigihîje hemû rêxistinan û dewletên koalîsyonê ku van êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk li dijî çiyayên azadiyê rawestînin.

Tiştê ku em dibînin tu carî ne li gor nirx û pîvanên mirovahiyê ne, ji ber wê jî rêya tekane ya rawestandina êrişan ew e ku şandeyeke serbixwe serdana herêmê bike û dest bi lêpirsînê bike.

Bila em ji keç û xortên xwe yên gerîla re bibin piştgir, bila em xwedî ji fedakariya wan derkevin û tev bibin hêzeke xurt û hemû hêzên mêtinger û hegemonîk û planên wan têk bibin û şoreşa xwe bi ser bixin.”

(mh)

ANHA