Rojnameyên erebî: Li herêmên Sûriyê yên dagirkirî tevliheviya ewlehiyê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa sûc û qetilkirinên li herêmên Sûriyê yên dewleta Tirk dagir kirine, tunebûna îhtîmala hilbijartina serokekî nû ji Lubnanê re û şerê li Ukraynayê kir.

Rojnameyên erebî: Li herêmên Sûriyê yên dagirkirî tevliheviya ewlehiyê
11 cotmeh, 2022   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

‛JI BER TUNEBÛNA EWLEHIYÊ LI HERÊMÊN SÛRIYÊ YÊN DAGIRKIRÎ HÊRSEKE MEZIN HEYE’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Duh li Babê xwepêşandanên tund li ser paşxaneya tevliheviya ewlehî û kiryarên sûîqastkirinên rojane li herêmên di bin kontrola dewleta Tirk û komên wê de yên gundewarên Helebê, bakur û rojavayê Sûriyê dest pê kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), şêniyên Babê berpirsên Polîsên Leşkerî li ser nepêkanîna wan a parastina sivîlan û tunebûna tevgera saziya ewlehiyê ya girêdayî wan û koman da ku destwerdanê bikin û kiryarên sûîqastkirinan û tevliheviya ewlehiyê bi dawî bikin, tawanbar kirin. Herî dawî jî çalakgerê ragihandinê Mihemed Ebduletîf (Ebû Xenom) û hevjîna wî roja înê hatibûn sûîqastkirin.

Li gorî rojnameyê, li ser paşxaneya kuştina Ebû Xenom ji hêla çekdarên nenas ve ku li erebeyekê siwar bûbûn, li Babê greveke giştî rû da.

Rojnameyê da zanîn ku di kêmî hefteyekê de 3 sûcên kuştinê rû dan. Ji ber wê sivîlan li ser tunebûna ewlehî û rewşa dijwar xwepêşandan li dar xistin, rê birîn û bang li aliyên ewlehî yên li herêmê û dewleta Tirk kirin ku ewlehiyê pêk bînin û sûcdaran eşkere bikin û bidarizînin."

‛TU HÊVÎ JI BO HILBIJARTINA SEROKEKÎ NÛ JI LUBNANÊ RE TUNE NE’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Çavkaniyan da zanîn ku îhtîmala hilbijartina serokekî nû ji Lubnanê re di civînê de ku dê pêncşemê bi vexwendina serokê Meclisa Nûneran Bebîh Berî li dar bikeve, pir kêm e. Çavdêrên diyar kir ku senaryoya kaxiza spî (dengen vala) ku civîna hilbijartinê ya destpêkê hilweşandiye, dê dîsa pêk bê, ji ber lihevkirinek li ser namzetan tune ye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku mafê 86 parlamenteran ji bo civîna hilbijartina serokkomarekî di pêncşema bê de (13’ê Cotmehê) dabîn kiriye. Her wiha ger parlamenterên Tevgera Neteweyî ya El Hur beşdar bûn, dê 60 parlamenter dengê xwe bi kaxiza spî bidin.

Di civîna yekemîn a beriya hefteya borî de, hilbijartina serokkomarekî nû ji welat re, bi sedema ku piraniyan dengê xwe bi kaxiza spî da, têk çû."

‛RÛSYA ARAMIYA XWE BI DAWÎ DIKE; BILA ŞEREKÎ BÊ BEND Û QEYD BE’

Li ser tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê rojnameya El Exbar ev tişt nivîsand: "Rûsya li ser bersivdana teqîna ku li dijî pira Qirimê çêbûye, dereng nema. Di peymaneke hişyariyê ya Rûsya ji Ukraynayê re ku ew bi plana êrişê û pêkanînê tawanbar kiriye, Moskovê paytext Kîev û bajarên din kirin hedef. Vê carê Moskovê binesaziya Ukraynayê kir armanc.

Di heman demê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandibû ku hêzên wan armancên ji ber derbekirina wan li Ukraynayê pêk anî. Moskov bi moşekên xurt ên dûravêj nuqteyên fermandariya leşkerî û pergalên peywendî û enerjiyê yên li Ukraynayê kirin hedef.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, topbarana Rûsyayê zirarên mezin bi Kîevê û bajarên din ên Ukraynayê de pêk anîn; kehrebe, av û înternet qut bûn. Serokê Ukraynayê Vladimîr Zenlensky li ser vê yekê got, derbeyên Rûsyayê yên asîmanê ji bo zirarên mezin pêk bînin hatin diyarkirin.

Piştî derbeyan serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serkêşiya civînekê bi endamên daîm ên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Rûsyayê re kir, tê de desthilatên Ukrayna ji dubarebûna "êrişên terorane" re li ser xaka Rûsyayê kir û gefên bersivên "tund û hişk li dijî çi êrişeke li ser xaka Rûsyayê" xwarin.

Ev cara yekemîn e ku Pûtîn desthilatên Ukraynayê wek "komên terorîst" tawanbar dike. Ew yek îşaretê pê dike ku dê Moskov li gorî nêrîna xwe ji komên terorîst re dan û standinê bike."

(fr)