Bîlançoya 10 rojên topbarankirina Til Temir û Zirganê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 10 rojên dawîn de bi 438 moşek û topan navçeyên Til Temir û Zirganê topbaran kirin, di encamê de 5 welatî birîndar bûn û zirarên madî bi mal û milkên welatiyan de çêbûn.

11 cotmeh, 2022   08:58
HESEKÊ

Ji destpêka Cotmehê ve, êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên li rojavayê Hesekê ve nesekinîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaranên dijwar li dijî Til Temir û Zirganê yên rojavayê Hesekê pêk anîn, di encamê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan û avahiyên xizmetguzariyê de çêbûn.

Ajansa me, topbarana li ser her du navçeyan a 10 rojên borî şopandin.

10 GUND Û 3 TAXÊN ZIRGANÊ BÛN QADÊN TOPBARANKIRINÊ

Li gorî nûçegihanê me ji navçeya Zirganê agahî dabûn, gundên Esediye, Dada Ebdal, Metmora û Bobî yên li bakurê navçeyê, Til Werd, Xirbet Şiîr, Bence û Mişêrfê yên li başûrê navçeyê, Şor, Xirbet Dexîl ên li rojhilata navçeyê hatin topbarankirin.

Her wiha taxên rojava, başûr û bakurê navçeyê jî bûn qadên topên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Di encama topbaranên li dijî navçeyê, zirarên mezin bi mal û milkên welatiyan de çêbûn, bi wê re malên Îsmaîl Xişman û Mihemed Selîmo yên li navenda navçeyê hatin hilweşandin, her wiha aşxaneya Sefarine ya Erefat Ebû El Nûr a li aliyê başûrî navçeyê zirar dît, parçeyên ji navenda Şaredariya Gel a Zirganê, Benzînxaneya Xişman a li aliyê başûrê rojhilatê navçeyê zirar dîtin.

6 GUNDÊN TIL TEMIRÊ HATIN TOPBARANKIRIN

Nûçegihanê me topbarana li ser Til Temirê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şopand. Gundên Um Kêf û Gozeliyê yên li rojavayê navçeyê, gundê Til El Leben ê li aliyê başûrê rojavayê navçeyê, gundên Dirdara, Eboş û Qibûr Qeracine yên li bakurê navçeyê hatin topbarankirin.

Di encama topbaranên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî van gundan de, zirarên mezin bi mal û milkên welatiyan, avahiyên xizmetguzariyê de çûn. Stasyona kehrebê 3 caran hate hedefgirtin, di encamê de kehrebe li ser navçeyê qut bû.

5 WELATÎ JI BER TOPBARANÊ BIRÎNDAR BÛN

Di topbaranên li dijî her du navçeyan de, welatiya bi nave Ayşar Hisên El Kemorî (23) a ji gundê Metmora yê li bakurê navçeya Zirganê birîndar bû, her wiha 4 welatiyên ji gundê Til El Leben ê li başûrê rojavayê navçeya Til Temirê; Necem Ebdullah Hebîb, Ebdulmecîd Ehmed El Ferec, Hac Îbrahîm Mihemed Feqîr û Quseyî Mûsa El Feqîr birîndar bûn.

438 MOŞEK Û GULEYÊN TOPAVÊJAN LI HER DU NAVÇEYAN KETIN

Di 10 rojên borî de her du navçe bi zêdetirî 438 moşek û guleyên topavêjan hatin topbarankirin, ji wan 118 moşek şeva yekşemê li gundên Zirganê û Qibûr Qeracine yê Til Temirê ketin, her wiha li gel wê guleyên RPG-7 jî hatin avêtin.

(fr)

ANHA