Li Helebê Kongra Star konferansa xwe ya 4`an li dar xist

Li Helebê Kongra Star konferansa xwe ya 4`an bi dirûşma "Bi ruhê Jiyan û Zeyneb, em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û bi ser kevin" li dar xist. Her wiha konferas bi encamnameyekê bi dawî bû ku tê de teqezî bi mezinkirina têkoşînê ji bo hişyarkirina jinan û xurtkirina birêxistinbûyîna wê, hat kirin.

Li Helebê Kongra Star konferansa xwe ya 4`an li dar xist
5 cotmeh, 2022   19:15
HELEB

Konferans li hola Star Layit a li herêma Şiqeyêf a bajarê Helebê hat lidarxistin.

Endam û nûnerên Saziyên Sivîl, partiyên siyasî, tevger, meclis, komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), kesayetên serbixwe û mêvan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê di konferansê de hazir bûn.

/ar/uploads/files/2022/10/05/164719_farjyn-mhmd.webp

Koordînesyona Kongra Star Varjîn Mihemed bi xêrhatina haziran kir û got: “Ji taxa Şêxmeqsud û Eşrefiyê, taxa berxwedanê em bi xêr hatina mêvanên konferansa 4'mîn dikin.”

Varjîn Mihemed îşaret pê kir ku bi saya rêber Abdullah Ocalan, hêz û berheyên jinan dîsa vejîn û wiha domand: “Sîwana rêxistinî, hemû pêkhateyên Sûriyê kirin yek. Jina pêşeng bi rêxistin kir da ku di çareserkirina aloziya Sûriyê de xwedî hêz be.”

TÊKOŞÎNA JINAN MÎRATA RÊBER E

/ar/uploads/files/2022/10/05/164704_zlal-jkr.webp

Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zelal Ceger îşaret bi destpêka damezirandina Kongra Star a Helebê kir û got: Em bejina xwe li ber şehîdan ditewînin weke Gulê Selmo ku ji bo damezirandina Kongra Star a Helebê tê dikoşiya û şehîd Nagîhan Akarsel ku li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de şehîd bûye.”

Zelal Cîger piştrast kir ku qonaxa ku jin gihaştiy; û serkeftinên pêk anîne, destkeftiyên bi dest xistine delîl e ku jin tê dikoşe û roleke sereke di tevahî aliyên aborî, siyasî û leşkerî de lîstiye.

Zelal Cîger bal kişand ser dewletên dijberî tevgera azadiya jinê kir û got: “Dewletên dijberî şoreşa jinan tevahî cureyên binpêkirinên li dijî wê pêk tînin da ku vîna wê bişkînin, lê belê jin dev ji vê yekê berneda. Lê belê bi ser bilindî li ser şopa şehîdan gavan pêş de davêje.”

Zelal Cîger destnîşan kir ku dema rewşa jinan ji destpêka aloziyê ve were nirxandin, wê diyar bibe ku jin li ser mîrasa têkoşîna rêber Abdullah Ocalan di salên 90`î de bi pêş ketiye.

JI SAKÎNA CANSIZ HETA JÎNA EMÎNÎ TÊKOŞÎNA JINAN FIREHTIR DIBE

/ar/uploads/files/2022/10/05/164902_2022-10-5-heleb-kongira-star-ya-4-281829.webp

Zelal Ceger ev li gotinên xwe zêde kir: “Têkoşîna jinan bi şehîd Sakîne Cansiz dest pê kir, ku karî tovekekê biçîne ku hemû jinan ne tenê yên Kurd ji urf û adetên berê, zihniyeta baviksalarî û pergalên zordest xilas bike.”

Zelal Ceger diyar kir ku têkoşîna jinan a ji bo azadiyê li seranserî cîhanê belav bû, hemû jin ji hemû ol û neteweyan îro ji bo azadiyê tê dikoşin, serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî pergala dîktator jî nîşaneya wê ye.

Zelal Ceger wiha pê de çû: “Îro li Îranê li dijî pergala dîktator li hember kuştina jina ciwan Jîna Emînî serhildanek bi pêşengiya jinan dest pê kiriye, jinên cîhanê jî bêdeng neman û banga bidestxistina mafên xwe kirin, a rastî dê jin bi ser bikevin.”

Her wiha, endama rêveber a Kongra Satar Arjîn Heleb perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên li ser rola jinan di têkbirina komployên li dijî wan de û perspektîfên Kongra Star xwendin.

RAPORA 2 SALAN A KONGRA STAR

Piştre, endama rêveber a Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Nûjiyan Hisên rapora 2 salan a Kongra Star xwend, ku tê de behsa rewşa rêber Ocalan û binpêkirinên li dijî wî yên li Îmraliyê û tecrîda li ser wî tên kirin.

Her wiha di raporê de behsa rewşa siyasî ya cîhanê wek çavnebariyên dewletên hegemonîk ên kontrolkirina Rojhilata Navîn û destwerdana Îran û Tirkiyê û niyetên wan ên tunekirina projeya neteweya demokratîk û her wiha destwerdana Rûsyayê ku dixwaze li Rojhilata Navîn kontrol bike, hat kirin.

Di raporê de rewşa jinan û tundiya li dijî wê û zehmetiyên ku li pêşiya wê derdikevin, serkeftinên ku di serhildana xwe ya li dijî pergalên dîktator de bi dest xistine, hat nîqaşkirin.

Her wiha xebatên komîteyên Kongra Star, çalakî û hemleyên ku di 2 salan de bi armanca pêşxistina asta zanabûna civakî pêk anîne, hatin bibîrxistin.

PÊŞNIYAR Û PLANSAZÎ

Di dawiyê de pêşniyarên ji bo 2 salên bê wek bilindkirina asta têkoşînê û perwerdekirinê, lidarxistina werşeyan, vekirina dewreyeke jineolojiyê, fêrkirina zimanê Kurdî di meclis û komînan de û pêşxistina projeyên taybet ên jinan, hatin kirin.

Piştî xwendina raporê, mêrên ku di perwerdeyên guhertina hişmendiya baviksalariyê de beşdar bûne, tev li konferansê bûn û bi boneya konferansa 4’emîn a Kongrê, xelatek pêşkêş kir.

Piştre rewşa rêxistinî ji aliyê beşdaran ve hat nîqaşkirin û nêrînên wan ji bo pêşxistina xebatên Kongra Stat wek zêdekirina hemleyên perwerdekirinê hatin girtin û rapora ku hatî xwendin û şaştiyên di 2 salên borî de çêbûne, hatin nirxandin.

HILBIJARTIN

Piştre, deriyê dengdanê li ber beşdaran hat vekirin da ku 5 endamên Koordînasyona Kongra Starê hilbijêrin.

Di dawiyê de Amne Xidiro, Varjîn Mihemed, Fehîme Hemo, Elîf Hesen û Roşîn Mûsa hatin hilbijartin.

Konferans bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(dm-mh)

ANHA