Dewleta Tirk a dagirker deverên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev Çiyayê Gare bombebaran kir, danê siharê jî gundekî Amêdiyê yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker deverên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin
26 îlon, 2022   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, danê siharê balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Sigêr ya ser bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê, bombebaran kiriye.

Duh derengiya şevê jî balafirên dewleta dagirker çiyayê Gare bombebaran kirin.

Duh balafirên şer sînorê Akrê û Amêdiyê jî bombebaran kiribûn, ji ber êrişê agir bi herêmê ketibû.