Li Kampa Holê jineke din a êzidî hat rizgarkirin

Yekîneyên Parastina Jin di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de jineke din a êzidî rizgar kir.

Li Kampa Holê jineke din a êzidî hat rizgarkirin
13 îlon, 2022   04:59
HESEKÊ

Nûçegihana me ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 20`an de dişopîne, ragihand ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jineke din a êzidî rizgar kir.

Di çarçoveya pêngavê de demeke berê jî jineke êzidî bi operasyoneke taybet hatibû rizgarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dest pê kiribû.

ANHA