Hiqûqnas Îbrahîm: Ji bo azadiya rêbertî divê xebateke mezin were meşandin

​​​​​​​Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Şadî Îbrahîm bang li hemû hiqûqnasên cîhanê kir ku xebateke mezin pêk bînin ku dewleta Tirk neçar bike ku "mafê hêviyê" û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.

Hiqûqnas Îbrahîm: Ji bo azadiya rêbertî divê xebateke mezin were meşandin
12 îlon, 2022   23:47
TEBQA – EBDUREHEMAN SALID

Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsala ya 7'ê Tebaxa borî de hate gotin, ji 3 salan ve rêbertî sûdê ji mafên ku di qanûnên herêmî û navneteweyî de hatine diyarkirin, nagire. Her wiha hate diyarkirin ku tevahî  daxwazên parêzeran ên dîtina rêbertî, yên 27'ê Tîrmeha 2011, 2'yê Gulana 2019'an bi awayekî derqanûnî  hatin redkirin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê, hiqûqnas Şadî Îbrahîm got: "Dewleta Tirk pabendî tu qanûnên navneteweyî û qanûnên ku desthilata wê ya dozgeriyê derxistine, nabe. Her wiha biryarên Komîteya Mafên Mirovan a Ewropayê di nav de birayra mafê hêviyê cidî nagire. Heger ev biryar di dadgehên Tirkiyê de werin bicihanîn wê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bibe."

Îbrahîm diyar kir ku biryara "mafê hêviyê" sala 1950'î ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hate derxistin û li gorî wê dibe ku mehkumê cezayê muebet ê ku zêdetirî 20 sal di ser girtina wî re derbas bibe, were berdan.

Hiqûqnas Şadî Îbrahîm îşaret pê kir ku divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî zextê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bike da ku tevahî qanûn û peymanên navneteweyî bi cih bîne.

Îbrahîm bal kişand ser bê bersivhiştina daxwazên parêzeran ên dîtina muwekilê xwe ji aliyê dewleta Tirk ve ji sala 2019'an ve û da zanîn ku bê bersivhiştina daxwazên hevdîtinê li dijî qaûnên mafên mirovan û tevahî qanûnên rêxistinên hiqûqî û mirovî ye.

Şadî Îbrahîm bang li dadgeha Ewropayê kir ku dewleta Tirk neçar bike ku tevahî urf û qanûnên naveteweyî bi cih bîne û têkildarî tecrîda li ser rêber Ocalan xebateke mezin pêk bîne, da ku wêneyek ji tevahî cîhanê re were ragihadnin ku ev tecrîd li dijî nirxên mirovî ye û divê were bidawîkirin.

Her wiha bang li tevahî hiqûqnasên mafên azadî û mirovahiyê kir ku daxwazan pêşkêşî Konseya Ewlekariyê bikin da ku zextê li Komîteya Mafên Mirovan a Ewropayê bike ji bo ku qaûnên xwe bi cih bîne, rêber Ocalan û girtiyên pê re yên di girtîgeha Îmraliyê de azad bike.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Şadî Îbrahîm hiqûqnas bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir kir ku nameyan pêşkêşî tevahî aliyên hiqûqî bikin da ku dewleta Tirk a dagirker neçar bikin ku tevahî qanûnên navneteweyî, bi taybet "mafê hêviyê" bi cih bîne, rêber Ocalan û tevahî girtiyan serbest berde.

ANHA