​​​​​​​Topên dewleta Tirk li nêzî baregeha Amerîka û Dêra suryanan ketin

Topên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarê bakur û bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê, li nêzî baregeha Amerîkayê ya li gundê Mizgefê û Dêra Mar Jerjes a Suryan a li gundê Mehrekan ketin.

​​​​​​​Topên dewleta Tirk li nêzî baregeha Amerîka û Dêra suryanan ketin
9 tebax, 2022   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji zêdetirî saetekê ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakur û bakurê rojavayê navçeya Tirbespiyê topbaran dikin.

Nûçegihanê me ji navçeyê ragihand ku hejmarek top li nêzî baregeha Amerîka ya li gundê Mizgeftê yê 10 km dikeve bakurê navenda navçeyê ketin.

Her wiha 2 topên hawnê li nêzî Dêra Maer Jerges a Suryan a li gundê Mehrekan ê 7 km dikeve rojavayê navçeyê ketin.

ANHA