Dagirkeran li Efrînê 5 welatiyên din revandin û 110 darên zeytûnê birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 5 welatiyên din ji kantona Efrînê ya dagirkirî revandin û birin cihekî nediyar. Dagirkeran her wiha 110 darên zeytûnê li navçeyên Cindirêsê û Şera birîn.

Dagirkeran li Efrînê 5 welatiyên din revandin û 110 darên zeytûnê birîn
4 tîrmeh, 2022   12:28
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, çeteyên "Polîsên Leşkerî" 2 welatî ji gundê Memila yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revandin. Navên kesên hatine revandin wiha ne; Mistefa Murad Zêbar (65) û Idrîs Mihemed Beko (45).

Li hember berdana wana, çeteyan ji malbatan fidye xwest. Çeteyan her wiha 2 ciwanên bi navên Elî Hisên Welîd (28) û Ekrem Zuhêr Hisên (29) yên ji gundê Nisiriyê yê navçeya Cindirêsê revandin.

Li gorî hin çavkaniyên din ji navenda bajarê Efrînê ragihandine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Kawa Mihemed Omer (28) revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Sûcên revandina şêniyan ji hêla dewleta Tirk a dagirker û saziyên wê yên îstîxbaratî û çeteyên wê ve li kantona Efrînê ya dagirkirî berdewam in. Ew yek jî bi armanca zextê li şêniyên resen ên mayî bikin û wan bidin koçberkirin, tê kirin.

110 DARÊN ZEYTÛNÊ HATIN BIRÎN

Li aliyekî din jî çeteyan nêzî 110 darên zeytûnê li navçeyên Cindirêsê û Şera yên Efrîna dagirkirî birîn.

Di wê çarçoveyê de, çeteyên "Nûredîn Zinkî" nêzî 35 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Ehmed Henan birîn. Çeteyên "Sultan Murad" jî nêzî 75 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Hisên Emîn ê ji gundê Qurt Qulaqê yê girêdayî navçeya Şera qut kirin.

ANHA