Li gundewarên Helebê du keçan xwe kuşt

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, di kêmî 24 saetan de du keçan xwe kuştine.

Li gundewarên Helebê du keçan xwe kuşt
27 nîsan, 2022   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li herêmên dagirkirî yên gundewarê Helebê duh êvarê du keçan xwe kuştine.

Li gorî SOHR`ê, li Mar ê dagirkirî keçek 20 salî li mal xwe darve kiriye. Li gundê Ihtîmalat ê Ezazê yê dagirkirî, keçek 18 salî bi rêya derman xwe kuştiye. Heta niha sedemê van bûyeran nehatine zanîn.

 (bx)