Li Şehbayê jinan ji bo 8'ê Adarê dar çandin

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, şêniyên kantona Efrînê yên li Şehbayê dar çandin.

Li Şehbayê jinan ji bo 8'ê Adarê dar çandin
Li Şehbayê jinan ji bo 8'ê Adarê dar çandin
Li Şehbayê jinan ji bo 8'ê Adarê dar çandin
Li Şehbayê jinan ji bo 8'ê Adarê dar çandin
Li Şehbayê jinan ji bo 8'ê Adarê dar çandin
Li Şehbayê jinan ji bo 8'ê Adarê dar çandin
Li Şehbayê jinan ji bo 8'ê Adarê dar çandin
Li Şehbayê jinan ji bo 8'ê Adarê dar çandin
6 adar, 2022   14:35
ŞEHBA

Li kampa Serdemê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, şêniyên Efrînê bi boneya 8 ê Adarê dar çandin.

Derbara vê mijarê de jinên Efrînê ji ANHA` yê re axivîn.

Emîne Elîko ya ji Efrînê: Ji ber ku dar atmosfera derdora me paqij dike, me xwest em daran biçînin da ku em xwe û zarokên xwe ji nexweşiyan biparêzin. Çawa me Efrîn bi dar û beran xemlandibû, îro em ê Şehba jî bi rengê Efrînê bixemlînin. Her cihê ku Efrînî lê hene dar û şînahî û xweşikbûn heye.

Eyşe Qebîlen: Em îro daran diçînin û 8` ê Adarê li rêber Apo û jinên Kurd, jinên ku di zindanan de berxwedanê dikin, jinên cîhanî jî pîroz dikin. Ji ber ku rêber Apo got ez çiqas ji bo mafê jinan kar bikim kêm e,  divê em jî ji bo gotina rêber Apo xwe azad bikin û li ser şopa şehîdên xwe yên jin bimeşin.

Leyla Mihemed: Ez 8'ê Adar li tevahî jinan pîroz dikim. Wateya çalakiya dar çandinê, ji ber ku jin her tim afrandine, her cihê ku jin lê dijî xweşikbûn û şînahî heye.

ANHA