Akademiya Şehîd Zîlan Heleb civîna xwe ya salê li dar xist

Akademiya Şehîd Zîlan Heleb a taybet bi jinan a li Minbicê civîna xwe ya salane ya 2021’an li dar xist.

Akademiya Şehîd Zîlan Heleb civîna xwe ya salê li dar xist
Akademiya Şehîd Zîlan Heleb civîna xwe ya salê li dar xist
Akademiya Şehîd Zîlan Heleb civîna xwe ya salê li dar xist
Akademiya Şehîd Zîlan Heleb civîna xwe ya salê li dar xist
Akademiya Şehîd Zîlan Heleb civîna xwe ya salê li dar xist
Akademiya Şehîd Zîlan Heleb civîna xwe ya salê li dar xist
Akademiya Şehîd Zîlan Heleb civîna xwe ya salê li dar xist
Akademiya Şehîd Zîlan Heleb civîna xwe ya salê li dar xist
Akademiya Şehîd Zîlan Heleb civîna xwe ya salê li dar xist
16 sibat, 2022   15:29
MINBIC

Di civînê de endamên saziyên taybet bi jinan, saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û partiyên siyasî amade bûn.

Endama rêveber a Akademiya Şehîd Îsmaîl Mûsa, Amara Berkel bi xêrhatina beşdaran kir. Endama rêveber  a akademiyê Cemîle Îbrahîm axivî û got, pergala fêrkirin an jî perwerdeya demokratîk berdewama hebûna civaka exlaq û polîtîk e.

Têkildarî pêşxistina pergala fêrkirin û perwerdê, Cemîle  Îbrahîm bang kir ku tevahî astengiyan  xwe rakin û da zanîn ku rêxistinkirina zihniyetê û zanabûna civakî divê li gorî bingeh û rêgezên civaka demokratîk bin û wiha domand: "Divê her amûr û rêbazek were nirxandin da ku pêdiviyên civakî were dabînkirin, pirsgirêk werin çareserkirin, rewşebîrî were geşkirin û zanabûna civakî di pergala perwerdê de werin xurtkirin."

Di civînê de Hevseroka Meclisa Rêvber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Nezîfe Xelo lidarxistina civînê pîroz kir û  got:"Lidarxistina civîna salane digel rewşên hestiyar de, serkeftineke, di heman demê de  asta xwedîderketin û dilsoziya bi şehîdan re nîşan dide."

RAPORA SALANE

Endama rêveber a Akademiya Şehîd Zîlan Heleb, Medya Îbrahîm rapora salane ya akademiyê xwend. Li gorî raporê, "Di sala 2021'an de 9 dewre ji endam û rêveberan re hatin vekirin, hejmara kesên tev li dewreyan bûne 290 bû, 158 wane û 220 semîner li hemû akademî, komîte û saziyên hatin dayîn. Akademî di konferansa 5’an a Akademiyên Civaka Demokratîk a Amûdê de beşdar bû û civîn bi hemû meclis, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re li dar xistin ku mekanîzmaya nûkirina xebatê lêkolîn bikin."

BENDÊN BINGEHÎN

Endama rêveber a Akademiya Şehîd Îsmaîl Mûsa, Amara Berkel li ser bendên sereke yên civîna axivî û wiha got: "Armanca me têkbirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, belavkirina fikirê rêbertî, belavkirina têgihîştinê di navbera civak û jinan de bi taybet, her wiha pêşxistina perwerdekirina jinên di komîte, sazî, civak û şopandina wê de ye."

Her wiha diyar kir ku armanca akademiyê ya sereke ew e ku jin û civak li ser bingehên fikirê neteweya demokratîk werin perwerdekirin, komîteya perwerdê were berfirehkirin ku projeya neteweya demokratîk were pêkanîn û nêrîn derbarê rizgariya jinan de werin pêşkêşkirin.

Civîna akademiyê bi pêşandana sînevîzyonekê li ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, xelatkirina saziyên taybet bi jinan ku destek dane belavkirina fikrê neteweya demokratîk, bi dawî bû.

Şervana Meclisa Lekerî ya Minbicê Sara Silêman (Zîlan Heleb) yekemîn jina Ereb e ku sala 2015'an di pêngava rizgarkirina Minbicê de ji çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

(fr)

ANHA