​​​​​​​TEV-DEM`ê sersaxî ji malbata welatparêz Reşîdê Metîna re xwest

​​​​​​​TEV-DEM`ê bi peyamekê sersaxî ji gelê Kurd û malbata welatparêz Reşîd Hanan (Reşîdê Metîna) re xwest.

​​​​​​​TEV-DEM`ê sersaxî ji malbata welatparêz Reşîdê Metîna re xwest
14 sibat, 2022   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di peyama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de ev yek hat got: “Gelê Kurd bi wefata Reşîdê Metîna, kesayeteke nîştimanî yê xwedî dîrokeke demdirêj a têkoşîn û berxwedanê li ser şopa rêgez û felsefeya Serok Apo, winda kir.

Reşîdê Metîna li Efrîn û Helebê tê naskirin. Yek ji yekemîn welatparêzên ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê û rêber Abdullah Ocalan di salên 80`î de nas dike ye. Bi riheke berpirsyarî têkoşiya. Di nav civakê de kesayetekî bi bandor bû. Bavê şehîd Yeşar e û di nav şêniyên herêmê de bi helwestên xwe yên neteweyî û çareserkirina dozên civakî dihat naskirin.

Em sersaxiyê ji gelê Kurd û malbata wî re dixwazin.”

(şx)

ANHA