Li dijî mala berpirsekî Heşdî Şebî êriş: 3 zarok û jinek hatin qetilkirin

Li Bexda li dijî mala berpirsekî Heşdî Şebî êriş pêk hat. Di êrişê de 3 zarok û dayika wan jiyana xwe ji dest dan.

Li dijî mala berpirsekî Heşdî Şebî êriş: 3 zarok û jinek hatin qetilkirin
6 ÇILE, 2022   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihadnin ku li taxa Edem a Bexda ji aliyê hejmarek çekdarên nenas ve li dijî mala berpirsekî Heşdî Şebî êriş pêk. Di êrişê de 3 zarok û dayika wan jiyana xwe ji dest dan. Ew berpirsê Heşdî Şebî jî birîndar bû.

Di êrişê de jinek 32 salî, zarokên wê yên bi navê (B) ê 14 salî, (K) ê 8 salî û (H) ê 7 salî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, ew berpirsê Heşdî Şebî fermandarê Lîwaya 45 a Heşdî Şebî bû. Hemû guleyên hatine berdan ên demanceyê ne û li serê wan ketiye.