Şaxê veguhastinê ya Hesekê gelek biryarên nû da

Hevserokê Şaxê Veguhastinê ya Hesekê Asim Hac Omer da zanîn ku di civîna xwe de gelek biryarên nû derbarê veguhastinê de dan û dê xebat li ser wan were kirin.

Şaxê veguhastinê ya Hesekê gelek biryarên nû da
18 kanûn, 2021   14:55
HESEKÊ

Şaxê Veguhastinê ya Hundirîn a Şaredariya Gel a Hesekê vê sibehê civîna xwe li dar xist, di civînê de hevserokatiya şaredariya gel a bajêr, şaredariya gel a navçeya başûr û nûnerên ji rêveberiya trafîkê, şaxê zimhêrê, gerînendetiya sotemenî, gerînendetiya veguhastin û sandîkaya ajokaran amade bûn.

Di civînê de mijarên xizmetguzarî yên girêdayî ajokar, sotemeniyê, kirêya giştî, azarên şênî û ajokaran û çawaniya rêxistina xebatê di navbera sazî û gerînendetiyan de hatin nîqaşkirin, da ku çewtî werin derbaskirin û xebata alavan û tevgera wê were hêsankirin.

Di civînê de gelek biryarên girîng û pêşniyar hatin girtin ji wan; vekirina xeteke nû ya basên giştî. Ev xet ji rawestgeha erebeyan a li taxa Salihiyê dest pê dike, heta bi taxa Mifî piştre çerxerêya Şehîd Şahîn, taxa Nasîre û xeta çerxerêya Cûdî ya li taxa Kilasê bi dawî dibe. Her wiha ji nû ve kirêya servisan hat nîqaşkirin û li gorî dirêjbûna xetan anku rêyan kirê hat danîn. Kirêya erebeyan divê li ser kaxizekê be û di erebe û taksiyan de hatibe daliqandin û li gel wê jî nimreyên giliyan ên girêdayî şaxê zimhêrê hebe. Pirsgirêka sotemeniyê were çareserkirin û ji erebeyên giştî re were peydakirin. Kerac û rawestgeha erebeyên giştî (servîs) ji kolana Sînema Qahîre ber bi keraca servîsan a kevn a li gel sûka sebzeyan a kevn ve were veguhastin û divê li ser dirêjahiya xetên veguhastin zarok neyên karkirin.

Têkildarî biryarên di civînê de hatine dayîn, hevserokê şaxê veguhastinê ya şaredariya gel a Hesekê Asim Hac Omer diyar kir ku dê biryar tavilê bikevin pratîkê, li kêlek wê jî dê hin pêşniyarên ji daîre û gerînedetiyên têkildarî veguhastinê hatin kirin di pêşerojê de werin pêkanîn.

(fr)

ANHA