​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîlê li Sûriyê êrişa bi moşekan pêk anî

Rojnameyên erebî yên îro, derbarê Sûriye, Sûdan û danûstandinên nûkleerî de nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîlê li Sûriyê êrişa bi moşekan pêk anî
7 kanûn, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎSRAÎLÊ BENDERA LAZIQIYÊ BOMBEBARAN KIR

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Li gorî ajansa nûçeya ya fermî ya Sûriyê, îro di saetên berbangê de Îsraîlê qada konteyneran a bendera Lazîzqiyê ya rojavayê Sûriyê bombebaran kir.

SANA`yê li gorî çavkaniyekî leşkerî ragihand ku, nêzî saet 01:23`an de Îsraîlê bi çend moşekan ji deriyaya Spî ber bi başûr rojavayê Lazîqiyê ve avêt û qada konteyneran a bendera Lazîqiyê ya bazirganî hedef girt.

Li gorî çavkanî ku di encama bombebaranê de şewat di hejmareke konteynerên bazirganiyê de çêbûn bêyî ku tu ziyanên mirovî çêbibe.

SANA destnîşan kir ku sîstemên hewayî yên Sûriyê bersiva bombebarana Îsraîlê li ser asîmanê Lazîqiyê da.

Piştî demeke kurt ajansê destnîşan kir ku tîmên agirkujiyê şewata ku di qada konteyneran a benderê de ji ber bombebarana Îsraîlê de çêbibû, vemirand.

ÎRAN LEWAZBÛNA VEGERA DANÛSTANDINÊN TÊKILDARÎ BERNAMEYA NUKLEERÎ LI VIENNA RAGIHAND

Girêdayî dosyaya nukleerî rojnameya El-Ereb wiha got: "Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew têkildarî vegera li ser maseya danûstandinên têkildarî projeya nukleerî li Viennayê qet ne bi lez e û piştrast kir ku ew li hêviyê ye ku beşdar bersiva her du pêşniyarên wê bidin."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade roja duşemê got welatê wî têkildarî diyalogên li Viennayê ne bi lez e û piştrast kir ku armanca sereke ya Tehranê ku berjewendiyên xwe biparêze.

LI SÛDANÊ HÊZÊN EWLEKARIYÊ XWEPÊŞANDAN BELAV KIRIN

Girêdayî rewşa Sûdanê rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Hêzên ewlehiyê yên Sûdanê gaza rondikrêj û bombeyên deng bikar anî, her wiha gule ber bi hewayî ve berdan da ku nehêle bi hezeran xwepêşandêr bighêjin koşka serokatiyê li Xurtûmê. Duh jî hejmareke mezin ji gelê Sûdanê li Xurtûm, Um Derman, Xurtûma Behrî û praniya bajarên Sûdanê meş lidar xistin û banga bidawîkirina serdestiya artêşê û vegera desthilatdariya sivîl kir."

 (bx)