Ciwanên Girkê Legê salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir

Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Girkê Legê salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê bi meşeke meşaleyî li dar xist.

Ciwanên Girkê Legê salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê pîroz kir
23 mijdar, 2021   18:30
QAMIŞLO

27’ê Mijdarê salvegera 43’yemîn a damezrandina PKK’ê ye, bi vê boneyê ciwanên Girkê Legê bi meşeke meşaleyî  salveger pîroz kir.

Meş ji têketina bajarokê Rimêlanê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke geriya û di meşê de diruşmên silavkirina têkoşîna PKK’ê hatin berzkirin.

Meş li qada Hêzên Parastina Civakê ya li Girkê Legê rawestîn û ciwanan dîlan bi ber stranên şoreşgerî re gerandin.

(fr)

ANHA