Xwepêşandêrên li Sêmalkayê: Siyaseta PDK'ê dijberî doza kurdî ye

Xwepêşandêrên li Sêmalkayê bang li PDK'ê kir ku cenazeyên gerîlayên li Xelîfanê şehîd bûne, radest bikin û got siyaseta PDK'ê dijberî doza kurdî ye.

Xwepêşandêrên li Sêmalkayê: Siyaseta PDK'ê dijberî doza kurdî ye
6 mijdar, 2021   13:16
QAMIŞLO

Malbatên şehîdan, dayikên aştiyê û şêniyên Rojava li deriyê Sêmalka çalakiya xwe dewam dikin û ji Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) dixwazin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin ku di kemîna hêzên PDK’ê de li Xelîfanê şehîd bûbûn. PDK red dike ku cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî radestî malbatên wan bike.

Îro şêniyên Çilaxa xwepêşandana xwe bi dawî kir û şêniyên Girkê Legê dest bi xwepêşandanê kir. Her wiha meclisa navçeyê Çilaxa daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisa bajarokê Abîra yê Çilaxayê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker çn li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye û gefên domdar ên li dijî Rojava, Başûrê Kurdistanê û Şengalê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku rê li ber sûcên şer ên dewleta Tirk bigirin.

Di daxuyaniyê de bang li partî û gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku zext li PDK'ê bikin da ku cenazeyên şehîdan radest bike.

/ar/uploads/files/2021/11/06/124234_img_9660.webp

Piştî daxuyaniyê şênî ber bi dergeha Sêmalkayê ve çûn û dirûşmên "Ji xiyanetê re na"," Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire xiyaneta PDK'ê" berz kirin.

Her wiha li dergehê saziyên edaleta civakî yên herêma Cizîrê daxuyaniyek da û bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve û radestnekirina cenazeyên şehîdan şermezar kirin.

Hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê Refîq Cemîl daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em banga ji civaka navneteweyî re dubare dikin ku komîteyeyên lêkolînê ava bike da ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî HPG`ê li Başûrê Kurdistanê, komîteyekê ava bike. Em bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî dikin ku komîteyeke lêkolînê bişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku lêpirsînê bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Divê em bi bîr bixin ku Rêxistina Efûyê di rapora xwe ya sala 2019`an de hêzên dewleta Tirk û komên girêdayî wê tawanbar kiribû ku sûcên şer li bakurê Sûriyê dikin. Ji ber wê banga sînordarkirina belavbûna çekên kîmyewî wek erkeke navneteweyî û mirovî ye, her wiha erkeke exlaqî ye. Em bang li rêxistinên navneteweyî, partiyên siyasî, saziyên hiqûqî, mirovî, hemû hêzên alîgirên edaletê, hikumeta Başûrê Kurdistanê û rêxistina Xaça Sor dikin ku bi hemû hêza xwe bixebitin da ku xwestekên me pêk bînin, alîkariyên mirovî pêşkêş bikin. Her wiha ji bo hêsankirina derbaskirina cenazeyên hemû şehîdan ji herêmên wan re, bikeve nava liv û tevgerê. Di heman demê de bi awayekî cidî li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, bixebite ji ber ku dewleta Tirk bi vê yekê hemû pîvanên navneteweyî binpê dike."

(dm-bx)

ANHA