Kongreya Star a Rojava êrişa li dijî sivîlan li Kobanê şermezar kir

Koordînasyona Kongreya Star êrişa li dijî erebeyeke sivîlan li Kobanê, şermezar kir. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe rabin û sivîlan ji sûcên dewleta Tirk a dagirker biparêzin.

Kongreya Star a Rojava êrişa li dijî sivîlan li Kobanê şermezar kir
21 cotmeh, 2021   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişa li Kobanê Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hedefgirtina erebeyeke sivîlan li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya li Kobanê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk li pêş çavên civata navneteweyî van êrişan dike ku heta niha helwestek li hemberî van êrişên li dijî serdestiya dewleteke cîran nedaye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi rêya êrişan, qutkirina avê û ferzkirina dorpêçê armanc dike projeya demokratîk a li herêmê têk bibe. Ji bo ku herêmê vala bike û şêniyan bide koçberkirin, gefan li herêmê dixwe.

Di daxuyaniyê de Koordînasyona Kongreya Star bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe rabin û sivîlan ji van sûcên dermirovî biparêzin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku dewleta Tirk jinan jî dike hedef. Di 23`yê Hezîrana 2020`an de li gundê Helincê yê Kobanê 3 endamên pêşeng ên Kongreya Star şehîd xistin.

Her wiha bang li rêxistinên jinan hat kirin ku li pêşiya van êrişên li dijî sivîlan ku zirarê dide jin û civakê, bibin yek.

(şx)