Rûsya nuqteyên DAIŞ`ê li çolistanê bi dijwarî bombebaran kirin

Bombebarana Rûsya ya dijwar li dijî herêmên bicihbûna DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê dewam dike. Balafirên şer ên Rûsya îro jî herêm bi dijwarî bombebaran kir.

Rûsya nuqteyên DAIŞ`ê li çolistanê bi dijwarî bombebaran kirin
19 cotmeh, 2021   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsya vê sibehê herêma çiyayê Beşerî û derdorê herêma Resafê ya li çolistana Reqayê bi dijwarî bombebaran kirin. Heta niha agahiyên derbarê kuştî û birîndaran de nehatine bidestxistin.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê sewqiyetên leşkerî yên nû li herêma Rehcan a gundewarê rojhilatê Hemayê pêk anîn.

(cx)