Li Şehbayê ji bo hewldana ketina PDK’ê li Şengalê xwepêşandan hat lidarxistin

Bi sedan koçber Efrînê, şêniyên kantona Şehba û endamên Yekitîya Êzîdiyên Efrînê ‎xwepêşandanek têkildarî hewldanên ketina hêzên PDK’ê ji Şengalê re li dar xist. Hem wextî wê Mala Êzidî ya Helebê daxuyaniya piştgiriyê ji Şengalê re da.

Li Şehbayê ji bo hewldana ketina PDK’ê li Şengalê xwepêşandan hat lidarxistin
6 cotmeh, 2021   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Êzîdiyên Efrînê li bajarokê Til Rifet a kantona Şehbayê, xwepêşandanek li ‎dar xist. Xwepêşandêran nerazîbûna xwe li hember hewldanên hêzên PDK'ê yên ketina ‎Şengalê nîşan da.‎

Xwepêşandan ji navenda navçeya Til Rifetê dest pê kir û li kolanên bajarokê geriya. ‎Xwepêşandêran alên Yekitiya Êzîdiyan hildan û diruşmeyên şermezarkirina sûcên PDK'ê ‎berz kirin.‎

‎'PDK'Ê LI HEMBERÎ DAIŞ’Ê REVIYA, DIVÊ HEWLDANÊN KETINA ŞENGALÊ RAWESTÎNE'

‎

Xwepêşandan li çarxereya şehîdên komkujiya Til Rifetê ya navenda navçeyê vegerî mêtîngê. ‎Xwepêşandan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre li ser navê Yekitiya Êzdiyên Efrînê ‎Silêman Cefer axivî û bang li PDK'ê kir ku dev ji destwerdana karûbarên Şengalê berde û got: "Ka ‎em bi hev re bînin bîra xwe ku kê Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Ma ne gerîla ji bo ‎parastina Şengalê qurbanî da? Em bînin bîra xwe ku hêzên PDK'ê çawa ji li hember ‎çeteyên DAIŞ reviyan. Ji ber vê yekê divê PDK'ê dev ji hewldana ketina Şengalê berde. "‎

Cefer piştrast kir ku tenê keç û xortên Şengalê dikarin Şengalê biparêzin û bi rêve bibin û ‎wiha domand: “Welatiyên Şengalê kesên ku destwerdana şengalê bikin û desthilatdariya xwe ‎li ser wê vegerînin qebûl nakin, ji ber vê yekê dê Şengal ji bo şêniyên Şengalê be.”‎

‎'ARMANCA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ RÊBER OCALAN Û ARMANCA ‎HEWLDANA KETINA ŞENGALÊ, HEMAN TIŞT E '

‎

Hevserokê Meclisa bajarokê Til Rifet, Mihemed Henan bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber ‎Abdullah Ocalan û got: "Her tiştê ku li dijî gelê Kurd diqewime bi hev ve girêdayî ‎ye. Armanca komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, heman armancên dijmin ên hewldana kontrolkirina ‎Şengalê ye. Ji ber ku hemû welatên dijber dixwazin axa Kurdistanê dagir bikin û gelê Kurd ‎tune bikin."‎

Henan di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku li dijî hêzên dijmin serî hildin û got: "Divê ‎gelê me li dijî siyasetên dijmin ên ku hebûna me hedef digirin, serî hildin. Her wiha ji bo ku ‎em rê li hember hewldanên dijmin bigirin divê em bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin."

 ‎Xwepêşandan bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gelê Şengalê bi dawî bû.‎

‎'MALA ÊZÎDIYAN LI HELEBÊ HEWLDANA KETINA ŞENGALÊ ŞERMEZAR KIR '

‎

Têkildarî heman mijarê, Mala Êzîdiyan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi ‎beşdarbûna bi dehan êzîdiyan, îro daxuyaniyek ji raya giştî re li ber mala êzîdiyan da.‎

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Raniya Cafer daxuyanî xwend. ‎‏ ‏

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî çend hewldan, komplo û planên dagirkirina Şengalê, binpêkirina ‎nasnameya gelê êzdî û gelê Kurd bi giştî û tunekirina dîroka neteweya Kurd, îro em dibînin ‎ku PDK'ê di warê leşkerî de destwerdana Şengalê dike û tevî nerazîbûna şêniyên Şengalê ‎yên ku bi serdestiya hikumeta Iraqî, PDK'ê, dewleta Tirk û çeteyên wê rû bi rû mane, dîsa ‎jî dixwaza bikeve Şengalê."‎

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Şengalê bi darê zorê hatin koçberkirin, ‎jinên wan dîl hatin girtin, zarok hatin kuştin û sûcên herî mezin li dijî gelê me yê li Şengalê ‎hatin kirin û di dema Rêveberiya Xweser de ew ji birêvebirina xwe bê par man. ‎

‎'EM PIŞTGIRIYA GELÊ XWE YÊ ŞENGALÊ DIKIN '‎

Di berdewama daxuyaniyê de lê hat zêdekirin ku: "Em gelê êzîdî li Mala Êzîdiyan li Helebê, piştgiriyê ‎didin gelê xwe yê li Şengalê, em li kêleka wan in û rê nadin ku tu plan û peymanek li ser ‎hesabê gelê me yê Şengalê pêk were."‎

Mala Êzîdiyan li Helebê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku bi lez ‎destwerdanê bikin û rê nedin PDK'ê ku bikeve axa pîroz a Şengalê û êzîdiyan ji fermanên ‎nû biparêzin.‎

Daxuyanî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gelê Şengalê bi dawî bû.‎

‏(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JfuZjMR_BCQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nedCTQL-nCs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>