Hêzên hikumeta Şamê li Til Temirê li nuqteyên artêşa Tirk û çeteyên wê dan

Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundewarê Til Temirê kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê li Til Temirê li nuqteyên artêşa Tirk û çeteyên wê dan
26 îlon, 2021   15:41
HESEKÊ

Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundewarê bakurê navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Ev  yek wekî bersivdayîna hedefgirtina du helîkopterên Rûsyayê ji aliyê dagirkeran ve pêk hat.

Beriya çend saetan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê du helîkopterên Rûsyayê dema ku li gundê Dirdara  dewriye pêk dianî, kirin hedef.

ANHA