CPT: Girtiyên Behdînan ji ber grevê tên cezakirin

CPT’ê diyar kir ku ew 4 girtiyên li Behdînan ketine  grevê, rê nayê dayin bi telefonê bi malbatên xwe biaxivin, heta ku dest ji grevê bernedin.

CPT: Girtiyên Behdînan ji ber grevê tên cezakirin
9 îlon, 2021   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya navneteweyî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku girtiyên Behdînan ên bi navê Mesûd Elî, Şêrwan Teha, Karger Ebas û Bendewar Eyub ji ber sedema ku ketine grevê li girtîgehê hatine cezakirin.

CPT’ê destnîşan kir ku bi ti awayî rê nayê dayîn her çar girtî bi rêya telefonê bi malbatên xwe biaxafin, heta ku greva xwe bi dawî nekin.

Her wiha eşkere kir ku ji dema ku van girtiyan ji ber paşxistina dadgehkirinê dest bi greva heta mirinê kirine ve rewşa wan li girtîgehê xerabtir bûye.