Li Dera heta sibe dê agirbest serwer be

SOHR`ê diyar kir ku bi fermana Rûsya li Dera El-Beled dê heta sibe sibeha şer were rawestandin û ger daxwaza Rûsya were binpêkirin dê careke din li herêmê şer derkeve.

Li Dera heta sibe dê agirbest serwer be
5 îlon, 2021   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya fermana agirbesta li Derayê heta sibe sibeha da û agahiya vê yekê da komîteya têkiliyan, lê ger ku agirbest hate binpêkirin dê careke din li herêmê şer derkeve û dê Rûsya jî destwerdanê bike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku operasyonên leşkerî li Dera El-Beled ku ji aliyê Furqeya 4'an û komên girêdayî bi fermanda Rûsyayê pêk hatine û ev wekî wesîleya zextkirinê ye da ku xwestekên rûsî pêk werin.

Têkildarî mijarê Furqeya 4'an a girêdayî hikumeta Şamê êrişî Dera El-Beled kir û îro şerekî dijwar di navbera wê û çekdarên herêmê de li derdora gaziyê û taxa Erbiîn derket û agahiyên derbarê wendahiyên canî hene.

Hêzên Furqeya 4 û komên girêdayî wê bi moşekan û bêserûber êrişî taxên Dera El-Beled kir.

(eh)