Panorama hefteyê: Aloziya li Derayê didome, Tirkiye û Pakistanê ji pêşdeçûyîna Talîbanê sûdê digirin

Tevî hewldanên Rûsyayê dosya Derayê ya başûrê Sûriyê hîna nehatiye çareserkirin, hin çavdêr dibêjin ku herî zêde dewleta Tirk û Pakistan sûdê ji serweriya Talîbanê ya li Afganistanê werdigirin.

Panorama hefteyê: Aloziya li Derayê didome, Tirkiye û Pakistanê ji pêşdeçûyîna Talîbanê sûdê digirin
14 tebax, 2021   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteya derbasbûyî de rojnameyên erebî îşaret bi aloziya li Deraya Sûriyê, rewşa Afganistanê û aloziya Lîbyayê kirin.

GURKIRINA ŞER LI DERAYÊ, GARANTIYA RÛSYAYÊ LAWAZ DIKE

Têkildarî rewşa bajarê Dera yê Sûriyê û şerê li wê derê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Ruxmî sozên Rûsya di çend rojên dawîn de yên bidawîkirina şer li Derayê, lê belê li herêmên Dera El-Beled û taxa rêya Sed û Muxeyem çekdarên herêmî ketine seferberiyê. Çekdaran duh hewldana hêzên Furqeya 4`an a pêşdeçûnê li xeta di navbera herêmên dorpêçkirî yên Dera El-Beled û herêmên bicihbûna hêzên rejîma Sûriyê de, têk birin.

Çalakvan Osman El-Musalime ji Dera El-Beled got komîteya navendî ya danûstandinan xwe amade dikir da ku duh (yekşemê) bi şandeyeke Rûsya ya nû gihaştiye parêzgeha Derayê re bicive. Her wiha daxuyand ku hêzên Furqeya 4`an peyman û danûstandinan binpê dikin û êvara Şemiyê mala endamê komîteya navendî Ebû Şerîf El-Mihamîd ya li Dera El-Beled topbaran kir, di encamê de mala ku dihat payîn li wir civîna aliyê rûsî bi komîteya navendî re bê lidarxistin, hate rûxandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û Furqeya 4`an topbarankirina Dera El-Beled, Muxeyem Dera û rêya Sed, herêma El-Ecemî, derdorê Rey ya rojhilatê Mizêrîb û derdorê bajarê Tefes ê li rojava, dewam kiriye.

 ‘PAKISTAN Û TIRKIYE SÛDÊ JI SERWERIYA TALÎBANÊ YA LI EFGNAISTANÊ WERDIGIRIN’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî tevgerên Tirkiyê yên li Efganistanê wiha nivîsî: “Piştî pêşketinên li Efganistanê ku tevgera Talîban derketiye pêş, koordîneya di navbera Pakistan û Tirkiyê de zêde bû. Çavdêr dibêjin dibe ku ev her du welat tevî Qeterê, herî zêde sûdê ji hatina Talîbanê wergirin.

Wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar roja sêşemê bi serdaneke fermî gihaşt Pakistanê û bi hempîşeyê xwe Pervez Khattak tevî wezîrekî din û fermandarê hêzên bejahî re, civiya.

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê da zanîn ku dê Akar di serdanê de geşedanên dawîn ên li Efganistanê nîqaş bike.

Çavdêr dibînin ku serdana Akar ji bo Enqere û Îslamabadê girîng e. Di demekê de ku hêzên herêmî û navneteweyî têkildarî israra tevgera Talîbanê ya bikaranîna hêza leşkerî û ferzkirina xwe li ser desthilatê, bi fikar in.

Çavdêran destnîşan dikin ku Pakistan û Tirkiye difikirin ku xîtaba Talîban a li dijî DYA û Ewrupayê, dê bihêle ku ew bibin aliyekî yekser di dan û standinên pêşerojê yên li gel Talîbanê de, ji ber ku di aliyê erdnîgarî de li ser sînorê Efganistanê ne û hebûna wan li wir mayînde ye û dê Talîban neçar be ku bi wan re koordîne bike.”

PIŞTÎ ÎZOELKRIINA ÎXWANÊN TÛNISÊ, ÎXWANÊN LI LÎBYAYÊ BI FIKAR IN

Rojnameya El-Beyan jî behsa rewşa Îxwanên Muslimîn li Lîbyayê kir, nexasim piştî serhildana gel li dijî tevgera Nehda li Tûnisê û wiha nivîsî: “Piştî serhildana li djî Îxwanên Tûnisê, Îxwanên li Lîbyayê jî rastî zextê tên. Çavkaniyên xwedî agahî ji paytexta Lîbya gotin vê dawiyê li hejmareke bajarên rojavayê Lîbyayê civîn hatin lidarxistin, tê de çalakvanên ji paritya edaletê û avakirinê û koma çekdar beşdar bûn. Armanc ji civînan ew bû ku hewlesta xwe bikin yek da ku li dijî tevgerên gel ên ku wê banga hesabxwestina ji Îxwanan bikin, bisekinin.”

Çavkaniyan daxuyand ku Îxwanên Lîbya metirsîdar in û îzolekirina tevgera Nehda ya Îxwanî li Tûnisê wekî windahiyeke mezin ji projeya xwe ya herêmî û hevbendiyên xwe yên herêmî re, dibînin.”

ANHA