Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê komkujiya li Konyayê şermezar kir

Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê-Sûrî êrişa nijadperestên tirk li dijî malbateke Kurd li Konyayê şermezar kir û banga hesabxwestinê kir.

Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê komkujiya li Konyayê şermezar kir
31 tîrmeh, 2021   18:10
 NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî komkujiya li Konyayê ku tê de ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatin qetilkirin, Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê-Sûrî daxuyaniyeke da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Careke din faşîsta Tirk sûcekî hovane li dijî malbateke Kurd a li Konyayê pêk anîn û di encamê de 7 kes şehdî bûn di nav de jin û zarok hene. Qatilan kîna xwe bi vê yekê hilneanîne, lê belê piştre mala wan li pêş ewlehiya dewleta Tirk bêyî hesabxwestinê şewitandin. Piştre jî wezîrê hundirîn ê rejîma Erdogan, Suleyman Soylu derdikeve ku rastiyan berovajî bike û dibêje ev bûyer tenê kesekî kiriye û tu girêdayî wî bi doza Kurd re tune ye.

 Em Hevgirtina Lîberal a Kurdistanê-Sûrî bi tundî van sûcên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Kurd bi hemû çînên wê ji siyasetmedar, çalakger û hiqûqnasan ve şermezar dikin. Em ji bîr nekin ku dewleta Tirk rêveberên HDP’ê digire û dixe girtîgehan. Em bang li civaka navneteweyî û saziyên NY’yê yên mafên mirovan dikin ku sûcên rejîma Tirkiyê rawestînin û nehêlin dubare bibin. Her wiha em piştrast dikin ku em li kêlek têkoşerên xwe yên di girtîgehên dagirkeriyê de ne, di serî de jî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên wî û tevahî girtiyên din û banga serbestberdanê dikin.

 Em bang dikin ku sûcdarên ev sûcê hovane kiriye, werin muhasebekirin."

(fr)

ANHA