Li Helebê salvegera Şorerşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê bi şahiyekî salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir.

Li Helebê salvegera Şorerşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera Şorerşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera Şorerşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera Şorerşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera Şorerşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera Şorerşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera Şorerşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera Şorerşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin
Li Helebê salvegera Şorerşa 19'ê Tîrmehê hate pîrozkirin
16 tîrmeh, 2021   20:45
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên pêşwazîkirina salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dirûşemya"Bi rihê şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" şahiyek orgenîze kir.

Şahî bi beşdariya bi sedan şêniyên Helebê û li baxçeyê Îstîqamê yê li taxa Eşrefiyê li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/07/16/194637_mhmd-shykhw.webp

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd Mihemed Şêxo û endama Rêveberiya Kongreya Star a Helebê Zeyneb Îbo axivîn.

Mihemed Şêxo got: "Vîna gelan û hevgirtina wan hişt ku şoreş li dar bikeve, şoreşê li bajarê Kobanê dest pê kir, geşedanên ku li pey hatin bi armanca destpêkirina têkoşîna şoreşgerî û danîna kevirê bingehîn ê azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Şêxo di dawiyê de ev xal rêz kirin:"Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya berdewam dike tova zayîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

/ar/uploads/files/2021/07/16/194529_zynb-iybw.webp

Zeyneb Îbo axivî û got:"Jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de roleke pêşeng lîst û ev bû sedem ku bi awayekî aktîf tev li avakirina Rêveberiya Xweser bibin û mafên xwe bi dest bixin."

Zeyneb Îbo di dawiyê de ev yek li gotina xwe zêde kir: "Dengvedana şoreşa 19`ê Tîrmehê gihaşt tevahiya cîhanê, ji ber ku serkeftinên dîrokî pêk anîn û pîvanên paşverû şikandin û li dijî projeyên terorîst ên tundraw sekinî."

Di şahiyê de koma Stranan a Agirî, koma Serhed a Govendên Floklorîk û koma stranên Çiyayê Hawar berhemên xwe pêşkêş kirin.

Şahî gerandina govendê bi dawî bû.

(eh)

ANHA