Kesên ne nas li bajarokê El-Sosa bombeyek avêtin û gule reşandin

Kesên ne nas ku li ser motorsîklêtekî siwar dibûn, li çerxerêya bajarokê El-Sosa ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê bombeyek avêtin û gule reşandin.

Kesên ne nas li bajarokê El-Sosa bombeyek avêtin û gule reşandin
30 hezîran, 2021   10:42
DÊRAZOR

Nûçegihanê me ragihand ku duh di seat 23:45'an ew bûyer pêk hat. Di encamê de, tenê zirarên madî çêbûn.

Şêniyan diyar kir ku armanca wan têkbirina ewlekarî û istiqrara herêmê ye.

(dm)

ANHA