Bijîşkê tiba edlî: Nîşaneyên îşkenceyê li ser laşê Emîn Îsa tune ne

Bijîşkê tiba edlî Mihemed Ehmed Şilaş destnîşan kir ku dema wan cenazeyê Emîn Îsa kontrol kir, tu nîşaneyên îşkenceyê li ser laşê wî nedîtine û piştrast kir ku heke malbata wî dixwaze komîteyekê ji bo kontrolkirina cenaze ava bike, ew amade ne hevkariya wan bikin.

Bijîşkê tiba edlî: Nîşaneyên îşkenceyê li ser laşê Emîn Îsa tune ne
30 hezîran, 2021   09:48
HESEKÊ

Bijîşkê tiba edlî Mihemed Ehmed Şilaş, bijîşk Mihemed Ehmed Xelef, bijîşk Mesûd Ehmo li Nexweşxaneya Gel a Hesekê têkildarî kontrolkirina cenazeyê Emîn Îsa ku di encama krîza mêjî de jiyana xwe ji dest daye, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de bijîşkê tiba edlî Mihemed Ehmed Şilaş destnîşan kir ku dema wan cenazeyê Emîn Îsal kontrol kiriye, tu nîşaneyên îşkenceyê li ser laşê wî nedîtine.

Şilaş diyar kir ku wêneyên li ser toreyên tevna civakî hatine belavkirin, ne yên Emîn Îsa ne.

Şilaş got ji mafê malbata Emîn e ku cenazeyê kurê xwe careke din bi rêya komîteyeke tenduristiyê ya pispor kontrol bikin û ew amade ne destekê bidin wan.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SKEXrtZIN_o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>