Li gundên Şêrawayê mayîneke çeteyan bi şivanekî de teqiya

Mayîneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi şivanekî ku li di navbera gundê Aqîbê û Basilê yên navçeya Şêrawayê de pezê xwe diçêrand de, teqiya. Rewşa Şivan giran e. 

Li gundên Şêrawayê mayîneke çeteyan bi şivanekî de teqiya
28 hezîran, 2021   08:42
NAVEDAN NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku mayîneke çeteyên dewleta Tirk da dagirk di navbera gundên Aqîbê û Basilê yên girêdayîn navçeya Şêrawa bi şivanekî de teqiya.

Navê şivan Mîrzan Xelîl Hemkalo ye û ji gundê Kurzêlê ya navçeya Şêrawa ye, lê ji ber ku gundê wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, ew bi neçarî li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê bi cih bûye.

Li gorî agahiyên ku nûçegihan dane, rewşa birîndar giran e.

ANHA