Rûspiyên eşîrên ereban banga hevgirtin û parastina xakê kirin

Şêx û rûspiyên eşîrên ereban ên bajarê Hesekê bang li pêkhateyan kirin ku li dijî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê hevgirtin û yekitiya xwe ava bikin.

Rûspiyên eşîrên ereban banga hevgirtin û parastina xakê kirin
Rûspiyên eşîrên ereban banga hevgirtin û parastina xakê kirin
Rûspiyên eşîrên ereban banga hevgirtin û parastina xakê kirin
Rûspiyên eşîrên ereban banga hevgirtin û parastina xakê kirin
Rûspiyên eşîrên ereban banga hevgirtin û parastina xakê kirin
Rûspiyên eşîrên ereban banga hevgirtin û parastina xakê kirin
Rûspiyên eşîrên ereban banga hevgirtin û parastina xakê kirin
26 hezîran, 2021   14:34
HESEKÊ

Bi armanca şîrovekirina geşedanên dawî ku herêm tê re derbas dibe, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kantona Hesekê (PYD) bi şêx û rûspiyên eşîrên ereb ên Hesekê re civiya. Civîn li xwaringeha Şeto ya nêzîkî çerxerêya Dêrê ya li naverasta bajêr hate lidarxistin.

Civîna ku bi dehan rûspî û şêx tevlêbûn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber a  PYD`ê Mîdya Mihemed axivî û geşedanên dawî, hesabên siyasî û berjewendiyên hêzên cîhanê yên li herêmê şîrove kirin.

Mîdya Mihemed îşaret bi hewldanên rejîma Tirk a bi serkêşiya Erdogan kir û got:"Hewl dide berjewendiyên xwe berfireh bike û bi rêya êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mîsaqa Millî pêk bîne û QSD`ê bixe lîsteya terorê."

Mîdya Mihemed bal kişand ser aloziya Sûriyê û got, gel bû qurbanê aloziyê û civînên navneteweyî yên mîna Astana û Cinêvê alozî kurtir kir.

Mîdiya Mihemed bi domdarî got: "Hin alî hewl dide eşîran ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar bînin, her wiha hewl dide fitneyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxînin û raya giştî li dijî Rêveberiya Xweser derxîne. Lê eşîrên ereb ne amûra ji bo derxistina fitneyan in."

Mîdya Mihemed destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser yekkirina tevahî gelan e, armanca wê avakirina  Sûriyeke demokrat pirrengî, dûrî destwerdanên hêzên derve û ferzkirina çekê ye.

Endama Rêveberiya PYD`ê di dawiyê de ev derbirî:"Armanca dewleta Tirk berfirehkirina qada dagirkeriyê ye, ji lew re divê tevahî gel nekevin xefka provaksyonan, divê hişyar bin da ku em bikaribin planên li dijî projeya me ya demokratîk têk bibin. Her wiha divê rûspiyên eşîran jî parastina eşîra xwe ji destwerdanên derve û provaksyonên hundirîn bikin."

Di dawiya civînê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Di nêrînên ku derketine pêş de girîngiya hevgirtina li hemberî hewldanên derxistina fitneyan hate destnîşankirin û banga girêdana bi xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin hate kirin.

Her wiha banga aktîfkirina rola meclisan, rola komîteyên şopandinê yên zimhêrê û eleqedarbûna bi berhemên seweldarî û çandiniyê hate kirin.

(eh)

ANHA