Partiya Biratiya Kurdistanî: Divê Yekîtiya Erebî li dijî êrişên dewleta Tirk helwest nîşan bide

Serokê Partiya Biratiya Kurdistanî Ednan Gêlo bang li Yekîtiya Erebî û Neteweyên Yekbûyî kir ku beriya karesateke mirovahî rû bide, ji bêdengiya xwe ya li ser qutkirina ava Firatê derkevin.

Partiya Biratiya Kurdistanî: Divê Yekîtiya Erebî li dijî êrişên dewleta Tirk helwest nîşan bide
17 gulan, 2021   06:06
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Dewleta Tirk ji 27'ê Çileyê ve dest bi qutkirina ava Firatê kiriye.  Qutkirina ava Firatê bandoreke mezin di aliyê çandinî, senaî, jîngehî, sewalvanî û kehrebeyê de li gelên herêmê dike.

Şerê avê ku dewleta Tirk bi awayekî zanabûn dimeşîne û li gorî hiqûqnas û çavdêran ev şerê avê li dijî nirx û peymanên navneteweyî û rêgez û pîvanên Rêxistina Mafên Mirovan e.

Serokê Partiya Biratiya Kurdistanî Ednan Gêlo ji ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk her tim ava çemên Dîcle û Firatê ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar tîne û lihevkirin û peymanên ku di navbera hikumetên Şamê û Bexdayê de hatine îmzekirin bin pê dike.

Ednan Gêlo da zanîn ku qutkirina avê şerekî rasteqîn ê li dijî gelê Sûriyê ye. Ednan Gêlo pirsî gelo tu lihevkirinên Sûriyê û Iraqê bi dewleta Tirk re hene? Ji ber ku her du dewlet li hember qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve bê deng in.

Gêlo destnîşan kir ku gelek lihevkirinên Sûriyê û dewleta Tirk der barê para Sûriyê ji ava çemên Firat û Dîcle de hene, lê belê dewleta Tirk bi van lihevkirinan ne pabend e.

Ednan Gêlo bang li Yekîtiya Erebî û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û got: "Divê dewletên Ereban li hemberî siyaseta Erdogan bisekinin. Erdogan şerekî li dijî mirovahiyê pêk tîne. Beriya rûdana karesetekê divê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên civaka navneteweyî bi awayekî lezgîn bikevin nava hewldanan."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vEc-XAhZuXc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>