Li Iraqê operasyonên li dijî DAIŞ`ê

Heşd El-Şebî û hêzên ewlekariyê îro ragihand ku li parêzgeha Selahaddîn operasyonek li dijî çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê parêzgehê daye destpêkirin.

Li Iraqê operasyonên li dijî DAIŞ`ê
2 gulan, 2021   10:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Sumeriye, Heşd El-Şebî di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzeke hevbeş a Lîwa 25’an a Heşd El-Şebî û hêzên ewlekariyê, li rojhilatê parêzgeha Selahaddîn operasyonek li dijî şaneyên terorê da destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin di operasyonê de bi ser malên gundê Şelxe, geliyê Mehasin ê li rojavayê qezaya Torz Xormato de hatin girtin.

Hêzên Iraqê bi hevkariya hêzên Heşd El-Şebî bi armanca tunekirina DAIŞ`ê li Iraqê, operasyonên xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê didomînin.

(şx)