Dagirkeriya Tirk sewqiyatên din derbasî “herêmên bêçek” dike

Artêşa Tirk a dagirker şandina sewqiyatan ber bi “herêmên bêçek” ve didomîne. Îro 20 wesayîtên leşkerî derbasî herêmê bûn.

Dagirkeriya Tirk sewqiyatên din derbasî “herêmên bêçek” dike
2 gulan, 2021   10:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku sewqiyateke din a dewleta Tirk, duh bi şev ji Lîwa Îskenderon bi rêya dergehê sînor Kefer Lûsîn ê li bakurê Idlibê derbasî axa Sûriyê bû. Sewqiyat ji 20 wesayîtên leşkerî ku bi alav û amûrên lojîstîk pêk tê û ber bi nuqteyên Tirkiyê yên li “herêmên bêçek” ve çûn.

Di 25`ê Nîsanê de jî dewleta Tirk a dagirker derdora 30 wesayîtên leşkerî derbasî herêmê kirin ku nuqteyên wê lê hene.

Bi vê re, hejmara wesayîtên leşkerî yên dewleta Tirk ku ji destpêka agirbestê ya Adara 2020`an ve, gihaşt 8 hezar û 515`an û der dora 10 hezar leşkerên wê li Sûriyê ne.

Her wiha hejmara kamyon û wesayîtên leşkerî yên ku di dema ji 2`yê Sibata 2020`an heta niha de gihaştin herêmê, zêdetirî 12 hezar û 15 e ku ji bi tank, wesayîtên veguhastina leşkeran, panzêr û radaran pêk tê.

(şx)