Çeteyên DAIŞ'ê careke din êrişî hêzên hikumeta Şamê kir

Çeteyên DAIŞ'ê li dijî baregehên hêzên hikumeta Şamê ya başûrê bajarê Dêrazorê êriş pêk anîn, di encama êrişê de 4 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê careke din êrişî hêzên hikumeta Şamê kir
24 adar, 2021   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li nêzî herêma El-Şola ê başûrê bajarê Dêrazorê êrişek pêk anî.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), 4 endam hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Her wiha SOHR'ê destnîşan kir ku komek biçûk a DAIŞ'ê ya ku êrişî hêzên hikumetê kirine dema ku balafirên şer hatin, vekişiyan çolistanê.

Çeteyên DAIŞ'ê roja yekşemê êrişek li dijî nûqteyên komên alîgirên Îranê li herêmê Exder a li rojhilatê çolistana El-Meyedîn ya rojavayê çemê Firatê li gundewarê Dêrazorê ya rojhilat, pêk anî û di encamê de 2 leşkerên komên alîgirên Îranê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Her wiha hejmara giştî windahiyan ji 24'ê adara 2019'an heta îro, hezar û 362 kes ji hêzên hikumeta Şamê ne, ji wan; herî kêm 2 Rûs in û 149 jî leşkerên komên alîgirên Îranê ne. Di êriş, teqîn, kemînên çeteyên DAIŞ'ê li rojavayê Firatê, çolistana Dêrazorê, Reqa, Humis û Siweydaê hatine kuştin.

(dm)

ANHA