Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hisên re xwest

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Hisên El-Heşaş.

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hisên re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hisên re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hisên re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hisên re xwest
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şehîd Hisên re xwest
19 adar, 2021   13:45
QAMIŞLO

Şervanê Erka Xweparastinê Hisên El-Heşaş di 17'ê Adarê de li bajarê Qamişloyê ji ber krîza dil, şehîd bûbû.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê de, ji rêveberiyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Yûsif Kûtê axivî û sersaxî da malbata şehîd Hisên.

Kûtê bal kişand ser girîngiya bilindkirina berxwedanê û got: "Hemû pêkhateyên herêmê bi hev re xaka xwe diparêzin, ev yek ji bo qewitandina dagirkeran girîng e."

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(dx)

ANHA