Koalîsyona Erebî bersiva moşeka hûsiyan a ber bi Erebistana Siûdiyê ve da

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê ragihand ku hûsiyan moşeka balîstî ber bi bajarê Cazan a Erebistana Siûdiyê ve avêt û bersiva wê da.

Koalîsyona Erebî bersiva moşeka hûsiyan a ber bi Erebistana Siûdiyê ve da
4 adar, 2021   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Erebî îro ragihand ku koma Ensarullah Hûsî moşeka balîstî ber bi bajêrê Cazan ê Erebistana Siûdiyê ve avêtiye, rûxand.

Ensarullah daxuyand ku moşeka yekemîn li avahiya şîrketa Aramco ya Erebistana Siûdiyê ketiye.

Şeva berê, kanala El-Exbariyê ya Erebistana Siûdiyê daxuyand ku hêzên koalîsyonê firokeyeke bêpîlot ku hûsiyan ber bi herêma Xemîs Mişêt a Erebistana Siûdiyê ve şandiye, wêran kir.

(fr)