Dagirkeran di kêmî du mehan de 10 girên dîrokî yên Efrînê talan kirin

Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efîrnê destnîşan kir ku dagirkeriay Tirk di kêmî du mehan de 10 girên dîrokî talan kirine û li sûka reş frotine.

Dagirkeran di kêmî du mehan de 10 girên dîrokî yên Efrînê talan kirin
19 sibat, 2021   07:09
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî kolandin û talankirina girên dîrokî bi armanca çewisandina dîroka bajarê Efrînê, pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên Efrînê yê dagirkirî didomînin.

Li gorî Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê û li gorî wêneyên ku ji asîman ve hatine kişandin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 10 girên dîrokî talan kirine û li sûka reş frotine.

Der barê mijarê de hevseroka Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed ji ANHA`yê re wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên li dijî Efrînê de li rex hedefgirtina sivîlan, bi armanca guhertina demgorafiyê girên dîrokî û şûnwarên bajêr wêran dikin.”

Esmehan wiha domand: “Derfet nîn in û kesek nikare wêneyên girên dîrokî yên li Efrînê bikişîne, lê li gorî wêneyên ji asîman ve hatine kişandin diyar bû ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê girên dîrokî talan û wêran dikin.”

TALANKIRINA 10 GIRÊN DÎROKÎ

Esmehan da zanîn ku bi destpêkirina îsal re, wan talankirina 10 girên dîrokî li Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve belge kiriye.

Esmehan ev agahî parve dan: “Girên ku hatine talankirin ev in; girê Cûqê, girê Qawoqê, girê Qeretepe yê li navenda bajêr, girê Şûrbe, girê Ibêdan, girê Sînka yê navçeya Şera, girê Hilûbiyê yê navçeya Cindirêsê, girê Misto Hesen û girê Misto Hesen ê jêrîn ên navçeya Mabatayê û girê Elemdar ê navçeya Recoyê.”

BI NIXRÊN ZÊDE TÊN FROTIN

Esmehan Ehmed destnîşan kir ku wan agahiyên der barê frotina berhemên dîrokî yên Efrînê de li sûka reş li beramberî miqdarên mezin ên pereyan, bi dest xistine. Her wiha piştrast kir ku dagirkeriyê berhemên dîrokî yên Eyn Dara û Nebî Hurî wêran kirine û bi vê yekê dixwaze demografiya herêmê biguherîne.

Esmehan di dawiyê de bang li hemû rêxistinên mirovî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û talankirina mîrasa şaristaniya herêmê bi dawî bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bLPuHBr2CvE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>