Di xwepêşandana li taxa Şêxmeqsûd de: Em ê tola zarokên Efrînê ji kujeran hilînin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifetê xwepêşandanek li dar xistin. Di xwepêşandanê de Îlham Ehmed got: “Ji bo parastina doz û xaka xwe, em ê li ber xwe bidin.”

Di xwepêşandana li taxa Şêxmeqsûd de: Em ê tola zarokên Efrînê ji kujeran hilînin
Di xwepêşandana li taxa Şêxmeqsûd de: Em ê tola zarokên Efrînê ji kujeran hilînin
Di xwepêşandana li taxa Şêxmeqsûd de: Em ê tola zarokên Efrînê ji kujeran hilînin
Di xwepêşandana li taxa Şêxmeqsûd de: Em ê tola zarokên Efrînê ji kujeran hilînin
Di xwepêşandana li taxa Şêxmeqsûd de: Em ê tola zarokên Efrînê ji kujeran hilînin
26 ÇILE, 2021   13:53
HELEB

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên domdar li dijî gelê Efrînê yên li kantona Şehbayê, bi dirûşma " Em ê tola zarokên Efrînê ji kujeran hilînin " xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandêr li pêşiya hola civînan a li rojavayê taxê Şêxmeqsûd kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdên komkujiya Til Rifetê û pankartên  bi nivîsên “Bi rizgarkirina Efrînê, em ê tola komkujiya Til Rifetê hilînin, Dagirkeriya Tirk jiyanê dikuje”, hildan.

Xwepêşandêr di kolanên sereke re meşiyan û dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê li Til Rifetê û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re, berz kirin.

Xwepêşandan li çerxerêya Gulê Selmo veguherî mîtîngê. Li wir seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed axivî û piştrast kir ku ew ê rastiya dewleta Tirk eşkere bikin û ji bo tolhildana şehîdên komkujiya Til Rifetê wê asta têkoşînê bilind bikin.

Îlham Ehmed bal kiaşnd ser êrişên li dijî jinan û got êriş azadiya jinan dikin hedef. Îlham Ehmed diyar kir ku armanca çeteyên DAIŞ'ê ji kokujiya li dijî du jinên k udi saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikirin ew e ku jinan bêdeng bikin.

Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk herêmên sivîlan topbaran sike û îşaret bi hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê kir.

Îlham Ehmed wiha domand: “Ji bo ku em doz û xaka xwe biparêzin, em ê li ber xwe bidin. Pêwîste fikirên Rêveberiya Xweser di nava gelên din de bê belavkirin.”

Xwepêşandan bi siloganên silvakirina berxwedana gelê Efrîn li Şehbayê, bi dawî bû.

(dm)

ANHA