Beriya civîna komîteya destûrê, Pedersen hişyarî da

Beriya gera 5`an a dan û standinên komîteya destûrê, nûnerê NY`yê yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen hişyarî da ku dibe aramiya li Sûriyê di her kêliyekê de xirabtir bibe.

Beriya civîna komîteya destûrê, Pedersen hişyarî da
24 ÇILE, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya gera 5`an a dan û standinên “Komîteya Destûrê ya Sûriyê” ku tê payîn sibê (duşemê) li Cinêvê pêk bê, Pedersen di civîneke çapemeniyê de wiha got: “Tevî ku 10 mehên derbasbûyî li Sûriyê aram bûn, helbet hin guhertin jî çêbûn, lê dibe rewş di her kêliyekê de biguhere.”

Pedersen her wiha destnîşan kir ku pêwîstî bi hevkariyeke navneteweyî û bi dan û standinên rasteqîn heye û wiha dewam kir: “Divê aliyên cuda bi hev re rûnin û ji bo pêşxistina vê çalakiyê nêrînan parve bikin. Heke ev îradeya siyasî tune be, dê pêşxistina vê çalakiyê pir zehmet be.”

Gera 4`an a civînên komîteya destûrê di 4`ê Kanûna borî de bêyî encam bi dawî bûbû.

(cx)