Komîteya Jinan a Dêrazorê: Girtina Leyla Guven azadî û vîna jinan dike hedef

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Firatê ya Gundewarên Dêrazorê piştgiriya xwe ji grevên li zindanên dewleta Tirk re anî ziman û piştrast kir ku girtina Leyla Guven azadî û vîna jinan dike armanc.

Komîteya Jinan a Dêrazorê: Girtina Leyla Guven azadî û vîna jinan dike hedef
18 ÇILE, 2021   03:57
DÊRAZOR-FATIME EL-EBID

Li hemû parçeyên Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya ji berxwedana greva birçîbûnê ya li zindanên dewleta Tirk re zêde dibe.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Firatê Hûda El-Salih diyar kir ku bi girtina Leyla Guven azadî û vîna jinan dikin hedef.

Huda El-Salih silav li têkoşerên greva birçîbûnê yên li zindanên dagirkeriya Tirk û Leyla Guven kirin û piştgiriya xwe jê re destnîşan kir. Huda girtina têkoşer Leyla Guven şermezar kir û got: "Girtina Leyla Guven nayê qebûlkirin û armanca wan ew e ku azadî û vîna jinên ku parastina doza xwe dikin û hewl didin ku dengê xwe yê azad bigihînin tevahiya cîhanê, bişkînin.”

Huda El-Salih bang li hemû çînên civakê kir ku ji bo azadiya jinan û bi taybet Leyla Guven bixebitin.

Huda El-Salih diyar kir ku ew wek jinên gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi hemû vîn, hêz û îradeya xwe dê li ser şopa têkoşer Leyla Guven bimeşin û ew ê beşdarî hemleya ji şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bibin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1j2a3fqpD3c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>