​​​​​​​‘Divê Şengalî bi xwe çarenûsa xwe diyar bike’

Rojnamevanê êzidî Sîpan Silo peymana di navbera hikumeta Iraq û PDK’ê de hatiye îmzekirin bi komployeke li dijî kurdan û bi êzidiyan bi taybet bi nav kir. Silo bang kir ku pêwîst e bêyî destwerdanên derve itîraf bi rêveberiya Şengal û mafên gelê wê bê kirin.

​​​​​​​‘Divê Şengalî bi xwe çarenûsa xwe diyar bike’
11 kanûn, 2020   04:02
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Hikumetên Bexda û Hewlêrê di 9’ê Mijdara borî de ragihand ku der barê rêvebirina Şengalê de li hev kir. Lihevkirin ji aliyên ewlehî, leşkerî û ximzetguzarî ye û bêyî ku vîna civaka êzidî hebe, pêk hat.

Rojnamevanê êzidî Sîpan Silo li ser komploya li dijî Şengalê û siyaseta PDK’ê û hikumeta Iraqê yên li dijî êzidiyan ji ANHA'yê re axivî.

Silo peymana hikumetên Bexda û Hewlêrê bi komployeke li dijî hebûna Kurd e, bi taybet li dijî êzidiyên li tevahî Kurdistanê bi nav kir û got: "Ji ber Şengalê xezîneya ziman û çavkaniya Kurd a resen e. Lê PDK’ê bi helwestên xwe rê li pêş tevahî dewletên dijberî doza Kurd di serî de jî dewleta Tirk vedike."

Der barê armanca dewleta Tirk a êrişên li dijî Şengalê de, Silo diyar kir ku armanca wê ya sereke ew e ku vîna civaka êzidî bişikîne û berxwedana wê pûç bik, da ku bi wê re jî di komploya xwe ya nû de berdewam bike û qirkirinan pêk bîne. Silo wiha pê de çû: "Nîşaneya vê yekê jî dema dewleta Tirk fermandar Zekî Şengalî û endamê fermandar ê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalê armanc kiriye. Wan her duyan jî tê koşî û li ber xwe da, ta ku civaka êzidî mafên xwe bistînin."

Silo wiha domand: "Em baş dizanin ku dewleta Tirk gelek baregehên xwe li Başûrê Kurdistanê ava kirin û heta li herêma Beşîqa ya êzidî jî baregehên wê hene. Ev jî eşkere dike ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya PDK’ê xîlafeta Osmanî vejîne, ji ber çeteyên DAIŞ’ê nikarî ew yek bikira."

 ‘MA GENGAZ E ITÎRAF BI HÊZÊN JI BO ŞENGALÊ LI BER XWE DAYE Û PARASTIYE NEBE?

Silo behsa fermana ku çeteyên DAIŞ’ê yên di 2014’an de li dijî êzidî û vekikişandina hêzên Iraq û hêzên PDK’ê ji Şengalê kir û wiha got: "Tişta ku rû daye, êzidî ji bîr nakin û êdî bû aqilek ji wan re."

Silo wiha pirs kir: "Ma gangaz e dewletên cîhanê rewabûnê bide hêzên ku piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê  ji Şengalê vekişîne  û hêzên ku di oxira parastina Şengalê de li ber xwe daye û şer kiriye, înkar bike.?"

Rojnamevanê Sîpan Silo da zanîn ku komployên li dijî şêniyên Şengalê yên bi armanca qutkrina hêzên êzidî yên ku parastina xaka xwe kirine ji sûcên Partiya Baasê yên li dijî êzidiyan ne cudatirî û wiha pê de çû: "Di 1975’an de di dema desthilata Partiya Baasê ya bi serkêşiya Sedam Hisên, siyaseta bêserûber li dijî êzidiyan pêk hat. Bi wê re zêdetirî 132 gundên berxwedêr ên Şengalê vegerand koman, da ku vîna û berxwedana wan têk bibe. Îro ev peymana Bexda û Hewlêrê ne cudatirî komploya Sedam Hisên e."

 ‘HIKUMETA IRAQÊ BI ZANEBÛN DEMOGRAFIYA ŞENGALÊ GUHERÎ’

Silo destnîşan kir ku hikumeta Iraqê ji destpêka 1940’î de, bi armanca guhartina demografiya herêmê gelek rûspiyên eşîrên ereb ên ji Cizîra Sûriyê û hwd ji pêkhateyên dîtir birin xaka Şengalê. Ew jî bû. Lê beriya wê, tenê kurdên êzidî li Şengalê hebû.

Sîpan Silo îşaret bi madeya bi jimareya 140 a di navbera hikumetên Bexda û Hewlêr de kir. Navseroka wê madeyê jî, heke herêmeke ji xaka Iraqê hat êrişkirin, nêrîna piranî şêniyên herêmê tê girtin û her wiha referendomeke li dar dikeve da ku gel bi xwe rêveberiya xwe ya ewlehî û leşkerî ji di navbera her hikumetan de hilbijêre. Silo wiha got: "Tevî ku piranî şêniyên Şengalê ji pêkhateya Êzidî ye, lê mafên êzidiyan di dayîna nêrînên xwe de hatin jibîrkirin. Lê li aliyekî din jî referendom jî têrî daxwazên şêniyên Şengalê nake, lê divê itîraf bi Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî bê kirin."

 ‘HIŞYARÎ Û BALDARIYA RASTEQÎNIYÊ, RÊBAZA YEKANE YA HILWEŞANDINA KOMPLOYAN E’

Silo destnîşan kir ku divê gelê Kurd li tevahî Kurdistanê hişyar bin, rastiyê bizanin û helwestên cidî der barê kiryarên pêk tên de, bigire. Her wiha divê bertekên civaka êzidî û çalakiyên li dijî peymana hikumetên Bexda û Hewlêrê berdewam bin.

Silo bang li rewşenbîr, rûspiyên eşîran û ciwanên êzidî kir ku helwestên cidî li dijî komployên li ser Şengalê de bigirin.

Rojnamevanê êzidî Sîpan Silo wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Divê rewşenbîr pênûsên xwe bikin çekek li hember peymanên li dijî êzidiyan. her wiha divê ciwanên êzidî ji bo pêkanîna armancên gelê xwe ji xebatên leşkerî, siyasî, çandî dîplomatîk re  amade bin. Divê rûspiyên eşîran nifşan ber bi rastiyê ve bibin. Ji ber ew şahidên li ser komkujiyên di dîrok û rastiyên wê de ye û divê tevahî enerjiyên xwe bixin xizmeta civaka êzidî û yekitiyê."

(fr)

ANHA